Ji jinên Efganistanê li dijî tundiyê banga yekîtiyê

Jinên Efganistanê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, li dijî zilmê nerazîbûnên xwe nîşan dan û li dijî her cûrê êrişan daxwaza yekitiya jinên cîhanê kir.

BEHRAN LEHÎB

Kabul - Tundiya li dijî jinan pirsgirêkek cîhanî ye ku salane bi hezaran jin û zarok rastî tên. Bi hezaran sal e jin li seranserî cîhanê  ji bo mafê xwe di nava têkoşînê de ne. Jinên Efganistanê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, banga mezinkirina têkoşînê kirin.

Şekîla Sebûr ku ji parêzgeha Baxalene, bi boneya roja cîhanê ya têkoşîna li dijî tundiya ser jinê wiha got: “Li Efganistanê Talîban êrişên dijwar li ser jinê pêktîne û jinan weke dijminê xwe yê sereke dibîne, ji ber ji bo tepesandina jinan serî li her riyê dide. Beriya hikumeta Talîbanê ez mamosta bûm, dema Talîban hat hemû dibîstan, zanîngeh û bi giştî hemû navendên perwerdê û qadên kar li ser rûyê jinan girtin. Komek jin ji bo mafê xwe li Baxlan dest bi xwepêşandanan kirin û Talîban ji vê yekê tirsa dest bi revandin û tepesandina jinan kir. Hejmarek jinên xwepêşendar qetil kir. Lê belê em dawî li têkoşîna xwe naynin û heta niha ji bo bi destxistina  mafê xwe em dixebitin û em ê serbikevin.”

‘Êşa me hemû jinan heman e’

Pispora derûnas û çalakvana mafê jinan Yelda Ehmed wiha got: “Em jin pêşwazî li vê rojê dikin, niha  tundî kêm nebûye,  roj bi roj zêde dibe. Bi hezaran jin li navçeyên cûda yên cîhanê tên qetilkirin. Bi taybet jinên welatê me rûbirûyî tundiya herî girantir  tên, ji mafê xwe yên herî sereke bê par tên hiştin û deriyê dibîstan û zanîngehan Talîbanê li ser wan girtin e. Niha jin hemû bêkar in, xizanî belav bûye û piranî jî dahata malbatê li ser milê jinê ye. Ger li dijî vê yekê dengek neye bilind  kirin wê ev tundî bidome. Ez êşa jinên Îranê fam dikim, her roj dibin zexta rejîma Îranê de êşê dikşinin. Ez êşa hemû jinên cîhanê hîs dikim. Ji ber êşên me heman e. Ez di wê baweriyê de me tekane riya çareseriya vê êşê hevdengî, yekitî  û têkoşîna jinan ya li dijî hikumeta desthilat û nezan e.”