Ji jinan re newekheviya bê dem!
Mafê nefeqeyê hedefa hêzên paş ên îtaeta mêr xurt bike, yek ji rojevên di bin destê desthilatdariyê de ye. Desthilatdariya ku hêza xwe ji pergala baviksalarî digre, gotinên xwe li aliyê mêran bi kar tîne. Ji ber vê yekê ruxmê jinan bi awayekê dûrî jinan tê nîqaşkirin. Ne rastiyên jinan ên di vê jiyanê de, mexdûrbûna mêran li ber çavan tê girtin.

SERPÎL SAVUMLU
Stenbol - Bi paketa darazê ya 6’emîn re mijara heya demekê diyar girêdana mafê nefeqeya jinan car din tê nîqaşkirin. Mafê nefeqe yê demekê dirêj e ji nîqaşê re hatiye vekirin bi bertekê rêxistinên jinan yek ji mijarên ku gav paş de hatibû avêtin e. Di demên dawiyê de nûçeyên ‘mexdûriyeta mêran’ ê neçar tê hiştin ku nefeqe bidin, bultenên nûçeyan tijî kir. Di nefeqeya xizaniyê de dirustkirineke nû wê çawa jinan bandor bike? Bi rastî jî jin bi awayekî hêsan ji mafê nefeqeyê sûdê digrin gelo? Pîvana nefeqeyê çi ye? Li welatên Ewropayê rewş çi ye? Em ê di nûçeya xwe de cih bidin van pirsan.
Mafê nefeqeyê hedefa hêzên paş ên îtaeta mêr xurt bike ku ew hevberdanê zehmet dike, yek ji rojevên di bin destê desthilatdariyê de ye. Di bingeh de nîqaşên di vê mijarê de bi Komîsyona Hevberdanê ya li meclisê dest pê kir. Komîsyon di sala 2016’an de bi rapora ku amade kiriye mijarê anî rojevê. Hat xwestin ku mafê nefeqeya jinan bi dema zewacê re bê sînordarkirin. Pirsa ‘ger ez hevberdanê bikim ez ê çawa bijîm?’ tune hat hesibandin, adeta ji bo di hevberdanê de jin gav paş de bavêjin hîn şîrove hatin rêzkirin. Komîsyon di heman demê de sazkirinek wisa pêşniyar kiribû ku ger di nav salek an jî 2 salan de jin doza pavekirina hebûna mal venekin ew ê bi giştî mafên xwe winda bikin.
"Nefeqeya li gorî dema zewacê"
Li gorî xala 175’emîn a Qanûna Medenî, ‘aliyê din ê ji ber hevberdanê bikeve xizaniyê’ bi qasî hêza malî ya aliyê din dikare nefeqeya xizaniyê bixwaze, digre nav hukmê. Deyndêra ku di qanûnê de weke ‘alî’ tê penasekirin, di jiyana civakî de jin in. Ya ku nîqaş dide avakirin û weke ‘bê dem’ tê pênasekirin nefeqeya xizaniyê ye. Li gor kûlîsan sazkirina nû dê ‘nefeqeya bê dem’ veguherîne nefeqeya bi dem. Tê xwestin ku li ser nefeqeyê sînorekî jor bê dayîn ango li gor dema zewacê nefeqe bê dayîn.
"Jin xizan in"
Aliyên ku ji ber sedemê hevberdanê dikevin nav xizaniyê jin û zarok in. Aloziya aborî û newekheviya li Tirkiyeyê yek ji sedemên vê yên berbiçav in. Di nifûsa dahîl nebûna hêza kar de, Tirkiye yekemîn e di nava welatên endamên Ewropayê de. Li gor tevahî welatên Ewropayê, li Tirkiyeyê pîvana dahîl nebûna hêza kar a jinan ji sedî 65 e. Ev rewş weke zêdetirîn ji navekî tê nirxandin. Li Tirkiyê nifûsa jortirî 15 salan a beşdarî hêza kar nabe, bi qasî zêdetirî 20 milyonan tê îfadekirin. Jinan, xizmetên kreşê, seatên xebatê, newekheviya mûçeyan li aliyêkî, ji ber gelek sedeman nikarin beşdarî jiyana xebatê bibin. Jinên zewicî neçar tê hiştin ku li malê bimînin û li zarokên xwe binêrin. Li kêleka keda nav malê, xwedîkirina astengdar û kesên temenê wan mezin jî dibe berpirsiyariya jinan. Li aliyekî din ev yek rastiyek e ku dema jin dixwazin kar bikin ji aliyê hevserên xwe ve tên astengkirin. Ev hemû di warê aborî de jinan tînin rewşeke bendewar. Bi vê bendewariyê biryargirtina wan a hevberdanê jî zehmet dibe. Dema ev yek li ber çavan tê girtin ku yek ji sedemên herî girîng ên hevberdanê tundî ye, jin neçar tên hiştin ku hilbijartinek bikin. Her wiha piştî hevberdanê jî neçar in ku xwedîkirina zarokên ku welayeta wan girtine pêk bînin. Mêr naxwazin berpirsyariya hevpar a zarokan hilgirin. Ji ber van hemûyan jin pêdivî bi mafê nefeqeyê dibînin. Nefeqeya ku maf e, ji bo jin jiyana xwe berdewam bikin piştgiriyek girîng e.
Çawa tê hesabkirin?
Di nûçeyan de wisa radigihe ku hîn mêr ji ber di nefeqe dayînê de zehmetiyan dijîn çi di destê wan de heye difroşin heta kesên ku gurçikê xwe difroşin jî hene. Baş e, rastî çi ye? Mîqdara nefeqê çiqas e? Di pêvajoya doza hevberdanê û piştî wî de mîqdara nefeqe bi baldarbûna asta civakî-aborî tê diyarkirin. Yanî mîqdar li gor asta dahata kesî tê diyarkirin. Li ser berçavbûna malhebûnê hesab çêdibe. Di zagonê de bi awayekê zelak tê gotin ku ‘bi awayekê ku dema aliyek dewlemend bibe aliyekî din nekeve xizaniyê bi heqaniyetê tê diyarkirin’. Bi ti awayê malhebûn û tevahî qezenca kesekî nayê desteserkirin. Ji xwe piranî di pêvajoya dadgehê de mêr ji bo nefeqe nedin çi tiştekî li ser wan heye, li ser kesekî din qeyd dikin û ji ber vê jî li ser malhebûnê hesab nayê kirin.
Gelo çiqas, di kîjan şertan de tê dayîn?
Lêkolînên hiqûqnas û rêxistinên mafên mirovan destnîşan dike ku mîqdara nefeqe ya ku mêr mexdûr kirine, nayên dayîn. Li Tirkiyê mîqdara nefeqeya mehane ya navekî ya ji jinan re tê dayîn di navbera 300-400 tl de ye. Mîqdara nefeqe dema ku daneyên aborî yên mîna sînorên xizanî, birçîbûn, mûçeya herî kêm tên berçavgirtin, li gorî ku tê fikrandin kêmtirîn e. Her wiha ji bo girtina vê mîqdarê jî divê hîn şert werin bicihanîn. Di dozên hevberdanê de nefeqe nayê girtin. Ji ber hevberdanê divê jin bikevin xizaniyê. Divê dahateke din jî tunebe. Piştî hevberdanê di rewşa karkirina jinan de, nefeqe tê qutkirin. Jina ku hev berdaye, ger xwedî karekî be bidesxistina wê ya mafê nefeqeyê ne mijara gotinê ye. Wê demê tenê ji bo zarokan nefeqe tê girêdan. Mêr naxwazin vê pereyê jî bidin zarokên xwe.
Gelo fon çareserî ye?
Herî dawiyê tê qalkirin ku di paketa darazê de li ser fonê hatiye avakirin li gorî pêdiviyan dê dewlet sazkirinek hilgire ser xwe, heye. Di nefeqeyê de li şûna mêr wê dewlet berpirsiyariyê bigre. Her çiqas ev ji bo hin jinên ku di girtina nefeqeyê de zehmetiyê dijîn weke ‘ewlehî’ were dîtin jî rewş newisa ye. Zelal e ku dê ev rewş hîn bêhtir jinan bixe nav zehmetiyê. Ji girtina mafê wekhev wêdetir, di bin navê ‘alîkariyê’ de ku pêk were mijara gotinê ye.
Mexdûriyetên sexte...
Desthilatdariya ku ji destpêkê ve jinan di nava malbatê de pênase dike, dixwaze jin di nava malbatê de bimînin. Xwestina mayîna jinan a nava malbatê, mehkûmkirina mayîna nava muhafezekariyê ye; rêbaza herî baş a rêvebirin û kontrolkirina xizaniyê ye. Desthilatdariya ku dixwaze feraseta wekheviyê bi tevahî ji holê rake, hewl dide mafên jinan ên ku bi têkoşînê bi dest xistine ji holê rake û navê jinan ji her derê jê bibe. Desthilatdariya ku hêza xwe ji pergala baviksalarî digre, dev ji avakirina gotina xwe ya barê li ser milên mêran bernade. Ji ber vê yekê jî dema ku nefeqe tevî jinên ji jinan serbixwe ne tê nîqaşkirin, ne rastiya jinan a vê jiyanê, mexdûriyeta sexte ya mêran li ber çavan tê girtin. Jin tiştê heqê xwe ji mêran distînin.
Li welatên Ewropayê û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) nefeqe çend salan tê dayîn? Li wir pêkanîn çawa ne?
Almanya: Dema nefeqe; piştî ku temen, rewşa tenduristî, kar, perwerde, lênêrîna hevpar a zarok û liberçavgirtina prensîba heqaniyetê, tê destnîşankirin. Hevsera ku nefeqe distîne, ji bo bidestxistina pîşeyekî tê berpirsyarditîn.
Îngîltere: Der barê şertên nefeqeyê de ji bo dadgeh rayeyek berfireh tê dayîn. Dadgeh bi xwe biryara dayîna nefeqeyê dê kengê dest pê dike û kengê bi dawî dide.
Belçîka: Dema nefeqeya xizanî, wekî rêzik dema zewacê derbas nake.
Holanda: Di zewacên ku ji 5 salan kêmtir berdewam dikin de, nefeqe bi dema zewacê re sînordar e. Ger zewacên ji 5 salan zêdetir bi telaqê biqedin, mecbûriyeta nefeqeyê herî zêde 12 salan berdewam dike.
Avusturya: Li rewşa qusirê te mêzêkirin. Aliyê bi qisûr an jî pir bi qisûr piştî hevberdanê, di hin şertên diyar de nefeqeyê dide. Çawa ku nefeqe ne girêdayî demek e, piştî demeke diyarkirî jî mîqdara nefeqeyê nayê daxistin.
DYE: Li hin eyaletên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, her çend zewacên ku soz didin jî hev berdidin heta mirinê nefeqe derbasdar e. Dema li gorî pêkanîna New Jersey, Connecticut, Vermont, North Carolina, West Virginia, Florida û Oregonê, aliyê ku nikare bixebite heta dawiya jiyana xwe nefeqe distîne, dema ku aliyê nefeqe dide piştî teqawid dibe û her çend bi alîkariya civakî jî bijî, nefeqedayîna xwe berdewam dike.
Fransa: Tenê ji bo carek rêjeyek mezin a nefeqe tê dayîn. Mîqdar û bernameya dayîna pere dadgeh diyar dike.
Polonya: Di pêvajoya telaqê de, aliyê ku herî zêde qezenc dike nefeqe dide aliyê din. Ji vê re nefeqeya veqetandinê tê gotin.