Ji hunermendên Kurd strana hilbijartinê: Dema DEM Partî ye

Hunermendên TEV-ÇAND ya Ewropayê ji bo piştevaniya bi DEM Partiyê re stranek amade kirin.

Navenda Nûçeyan- Hunermedên Tevgera Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) ji bo piştevaniya bi Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) stranek amade kirin.

Kolektîfa TEV-ÇAND’ê ya Ewropayê strana bi navê “Dema DEM’ê ye” amade kir.

Klîb, bi tevlibûna gelek hunermendan hatiye amadekirin û balê dikişîne ser hilbijartinên 31’ê Adarê û banga “Dema DEM Partî ye” dike.