Ji hevdîtina jinên ku zanebûna jinan nû dikin çend nîşe - ÇAVDÊRÎ

“Rastiyên ku Jineolojî wê derxe holê guman nîne dê ji teolojî, eskatolojî, siyaset, pedagojî û bi kurtasî lojiyên girêdayî beşên civaknasiyê kêmtir rastiyê hilnegirin.”

HEVÎ HESEN

Ji serê siherê de bi sedan jin, ji bo zanista jinê bi wate bibe ketin rê û hatin cem hev. Her yek ji wan cil û bergên bi çanda xwe  li xwe kir, mîna ku diçin mîhrîcaneke bi coş û heyecan meşiyan.

Jinên Efrînê yên ku pêşengiya berxwedana serdemê ya li dijî dagirkeriyê kirin, mîna biçin çalakiyê mil bi mil, bi jinên Şehbayê re hatin cem hev.

Li Helebê Şexmeqsûdê jinên ku fîtîla Şoreşa Rojava pêxistin, mîna ku ber bi şoreşek din ve biçin bi kelecan bûn.

Jin ji Kobanêya ku bû keleha berxwedanê ya Arîn û Rewanan, ji quntarên Cûdî, Dêrika Hemko li aliyekî Botanê û ji her bajarê Binxetê, ji Dirbesiyê, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Hesekê, hemû bi coş hatin salonê.

Jinên ku li dijî tarîtiya herî tarî ya baviksalarî ya serdema me, ji Minbic û Tebqayê, cihê xwedawenda çemê Firatê Atargatis bi ser ketin, bi serbilindî meşiyan.

Jinên ji Reqaya ku di bin tarîtiya baviksalarî ya DAIŞ’ê de ma û ji Dêra Zorê ya ku herî dawî ev tarîtî ji ser hat rakirin, bi hêviya azadiyê ku xwe pê girtibûn ketin rê.

Jinên Êzidî ji bo ku li bazarên koletiya fermanên nû neyên firotin, nebin qurbanên jiyanê, bibin kirde, nebin mexdûr û bi hêza çanda xwe hatin cem hev.

Di ketina salona Serdem de wêneyên Sakîne Cansiz, Arîn Mîrkan, Nagîhan Akarsel, Malda Kusa, Hêlîn Murad, Îsyan Armanc, Rosa Luxsemburg û Hypatia mêvanan pêşwazî dikirin. Jinên gundê Jinwar û Weqfa Jinê berhemên ku bi destên xwe çêkirin pêşandan û her mêvanek li pirtûkên ku di Akademiya Jineolojiyê de hatine weşandin dinêrî. Her neqş û her pirtûkek wek nimûneya ezmûna hezaran salan a jinan e...

Di wê salonê de zanista jinên ji serdema xwedewandan hebû. Sebra jinên ku di nav tasavvufek de xwe di heqîqetê de helandine heye, Her wiha mîrateya pîrebokên ku hatine şewitandin heye, ji ber ku wan hewl dane cewhera zanînê biparêzin.

Jinên şoreşger, lêkolîner û fîlozof jî hene ku nav û nasnameya jinên ku serdema kapîtalîst a baviksalarî bê nav û bênav hiştine, diqîrin û dibêjin 'em li vir in'. Gerîlayên jin ên ku li zanîna qedîm a riyên di meşa li lûtkeyên Zagrosan de dimeşin digerin, evîna wan a zanistê jî heye.

Her wiha nirxên jinên ku canê xwe feda kirine û hewl dane deng û wateya qedîm a jinan bigihîjînin hev, hene.

2’yemîn Konferansa Akademiya Jineolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di navbera 25-26’ê Îlonê de li bajarê Hesekê bi dirûşma şîara Zanatiya Jinan, Bi Jineolojiyê Nûjen Dibe” li bajarê Hesekê hate lidarxistin. Di 25-26 îlonê de bi nîqaşên xwe yên ku dîrok û îro di nav hev de ne, bingehên îdiaya xwe ya zanistiyê xurtir kir.

300 jinên ku hatin cem hev, gotûbêja çawaniya nûjenkirina mîrateya aqilmendiya jinê ku bi hezar salan e ku civakbûyîna xwe domandiye û pîvanên qebûlkirin û redkirina civaka exlaqî û polîtîk hilgirtiye, hat nîqaşkirin.

Gotina yekemîn a konferansê strana ku hezar sal berê ji bo Înanna hatiye çêkirin bû. Paşê bi helbesta “Ez Îştar im” qêrîna xwedawendên bi hezaran sal berê bi zimanê Kurdî, Ermenî, Erebî û Suryanî hat xwendin. Îştar digot: “Zilamên desthiklatdar min kirin hezar perçe, hûn wan perçeyên min kom bikin û xwedî li zanista min a jinê derkevin.” Jin xwedî li zanistiya ku hezar salan bi wate bû derketin. Pergala akademîkbûnê û asta jineolojiyê ku ev zanyarî ji dest tê komkirin û gihandin pergalê wekî mijara yekem a nîqaşê hat pêşkêşkirin. Di nîqaşan de tişta herî zê de bal dikşand bendewariya jinan bû. Divê di wî şerî de piştgiriya jinan bike Jineolojî ye...

“Jinan xwstin ‘cihên ku bikaribin bi hev re zêdetir nîqaş bikin zêde bibin’ û diyar kirin ku dê bi tiştê heyî ve xwe têr nebînin. Civaka demokratîk, azad; dikaribû bi şoreşa zihniyetê ya li ser senteza nirxên exlaqî, siyasî û estetîk, bi şoreşeke çandî, rewşenbîrî û zanistî were temamkirin. Cîhana zihniyeta azad ancax bi perwerde, hişmendî û zanistê di akademiyên ku di hemû aliyên têkildarî jiyana civakî de hatine birêxistinkirin dikare bi pêş bikeve.

 

Dûre dor hat ser felsefeya me ya rêvebirinê. Bêguman divibûya metoda berhevkirina agahiyan û şîrovekirina her zanistê hebûya lê divê laboratuarên zanista pozîtîvîst ên ku mirovan dikin obje û bi rêbazê kirdebûyîna desthilatdariyê û zanista desthilatdar nebûna. Bi tesbîta ku ya destêpêk pêdiviyan bi cih aniye û wate daye cîhanê, zanînê ava kiriye jin bûye hat destpêkirin û bi bersivên ji bo pirsa di her merheleya dîrokê de ‘jin li ku ye?’ dest pê dikir vê felsefeyê. Bêguman tecrubeyên 50 salan ên tevgera azadiya jinan û bi paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya jinan, bi rêbazên gihîştina heqîqetê bi beden dibû. Dema ku hewl dihat dayîn pirsgirêka rêbazê were famkirin û çareserkirin, tesbîtên; di kevneşopiya feslefeya Rojhilata Navîn de “Heqîqet yek e, riyên ber bi wê ve diçin bi hezaran in” û “Mirov ji ber ku gihîştina wê ango terîqetê winda kirine, ji gihîştin ango terîqetê bêpar mane” diviyabû weke mînakên ku rê nîşan didin bihata nirxandin. Di nîqaşên rêbaza Jineolojiyê de jî di vê wateyê de bê rêbaz nebûn, li ser esasê ku dewlemendiya rêbaza ji bo famkirina heqîqetê be dihat destgirtin.

Di mijara ku li ser nêzikahiya perwerdeyê ya Jineolojiyê hat sekinandin de, hat gotin ku Jineolojî weke zanisteke nû, xwe di warê perwerdeyê de bi pêş xistiye, tezên xwe bi nîqaşên li ser bingeha perwerdeyê ava kiriye. Pergalên heyî yên perwerdeyê hatin rexnekirin, hat tesbîtkirin ku perwerde ji ragihandina encamên zanîn û lêkolînê zêdetir e. Bi vê yekê re hat gotin ku weke zanista modernîteya demokratîk Jineolojî, di 14 salan de bûye xwedî tecrubeyek girîng a perwerdeyê. Encamên bi hezaran perwerdeyan hatin analîzkirin.

Bi tesbîta ku sedsala 21’ê bibe sedsala şoreşa jinan, piştî nîqaşa li ser rola zanistê di avakirina şoreşên jinan de, mijara dawî ya konferansê jî asta cîhanîbûna Jineolojiyê û rê û rêbazên ji bo hevdîtina bi jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re hat nîqaşkirin.

 Li eywaneke sar, ji jiyana sar dûr, li cihê nîqaşên têgehan, konferanseke ku ji her nifş û rengî jin hatibûn ba hev, behsa xwe kirin û xwe kirde hîs kirin çêbû. Di dawiya roja yekem de stranên ku ji aliyê sê nifsên jin ve hatin gotin, gelek balê kişand. Bi stranên ku Yadê Sînem, Yadê Suad û Yade Wahîde gotin, ji nifşa ciwan jî dengê Rewşenê tevli dengê wn bû. Piştî Rewşenê jî dengbêj Sorxwîn a 12 salî, bi dengbêjiya xwe dîrokê vegot.

Şanoya Sî ya ku Enstîtuya Andrea Wolf amade kiriye lîstika lêgerîna azdiyê ya jineke ciwan jî bû awayeke din ê lêgerîna azadiya jinan.

Pêşandana reqsên çanda jinên Ermen ku ji aliyê Koma folklorê ya Meclisa Jinên Ermen Atsag ve hat pêşandan jî; jinên ku nikaribûne baskên wan bişkînin bi zimanê bedenê vedigot.

Du rojan ji her koşeyê, jinên ji şêweyên cuda yên jiyanê û ji çandên cuda ku zanista jinan dihat nîqaşkirin bi encamnameya ku tiştên divê werin kirin bi dawî bû.

Yek ji peywirên herî girîng azadiya fizîkî ya Rêber Apo yê ku bi pêşniyara Jineolojiyê ku tesbîta ‘Ronîkirina xwezaya jinan a di tarîtiyê de maye’ kiriye bû. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo 3u paradîgmaya azadiyê li cîhanê belav bibe, xebatên ku werin kirin hatin diyarkirin.

Konferans bi vegotina raza herî sade ya heqîqetê “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.