Ji Helepce bang: Helwestên cidî bigrin

Li Helepceyê ji ber bikaranîna çekên kîmyawî yên ku dewleta Tirk li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê bi kar tîne ji bo nerazîbûnê meşeke girseyî hat lidarxistin û daxwaz ji rêxistinan civakên sivîl kirin ku rê li ber bikaranîna çekên kîmyewî bigrin.

Helepce - Duh di saetên êvarê de li ber deriyê Bîrdariya Şehîdên Helebceyê ji aliyê Însiyatîfa Gelê Herêma Kurdistanê ve li dijî dagirkeriyê bi beşdarbûna rêxistinên civaka sivîl, jin û kesên azadîxwaz û kesayetên cuda ji ber bikaranîna çekên kimyewî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî gerîla û çiyayên Kurdistanê, meşeke girseyî hat lidarxistin. Bi dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Şehîd Namirin’, ‘Ji Amed heta Helepçeyê Kurdistan yek parçe ye’ hatin bilindkirin û êrîşên dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Hevseroka Tevgera Azadiya ivaka Kurdistanê Tara Hesên der barê çalakiya nerazîbûnê de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ew hatine Helepçeyê ji bo çalakiyê û wiha got: “17 gerîla bi çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin şehîdxistin, ji bo em helwesta xwe nîşan bidin me bi cilên spî nerazîbûna xwe diyar kir. Daxwaza me ew e ku di demek zû de aliyên pêwendîdar, hikumet û dadgeh ku me ji wan re name şandine, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bêdeng nebin û çi pêwîst e bikin.”

‘Em ji ber bêdengiya rêxistinên bi navê mafên mirov ên cîhanê şaş mane’

Her wiha di çalakiyê de Endamê Însiyatîfa Gelê Herêma Kurdistan ya li Dijî Dagirkeriyê Dr Hekîm Ebdulkerîm daxuyanî xwend û diyar kir ku nêzî 7 mehan e dewleta Tirk bi biryara Erdogan hemû zagonên şer û pîvanên exlaqî binpê dike, bi dehan caran çekên kîmyewî, bombayên atomî, fosfor bi kar tîne û wiha domand: “Li gorî zagonan ev hemû qedexe ne, hemû belgeyên bikaranîna van çekan hene, bi belgeyan em ê hemûyan bişînin aliyên pêwendîdar. Di nava çend rojên borî de 17 gerîlayên azadiya Kurdistanê bi bandora çekên kîmyewî şehîd bûn. Yek ji wan şehîdan navê wê Peyam Abdulah e xelkê Silêmaniyê ye, ev jenosîdeke aşkera ye û dagirkeriya gelê me û xwezaya me ye.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ev êrîşên bi çekên kîmyewî ne tenê li ser gerîla pêk tên, di heman demê de êrîş li ser tevahî zindî, xwezaya herêmê jî pêk tên. Diyar e welatiyên Helebçeyê 35 sal in ji ber çekên kîmyewî dinalin. Ev êrîşên hovane yên dewleta Tirk henaseya nifşê me yê siberojê jehrî dike. Em ji bêdengiya rêxistinên bi navê mafên mirov ên cîhanê şaşmayî ne, dewleta Tirk bi eşkere çekên kîmyewî bi kar tîne lê ew bêdeng in.”

'Helwestên cidî bigrin'

Di berdewamiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ser hevkariya PDK’ê ya ji bo dewleta Tirk û wiha hat gotin: “Hinek hêzên Kurd bi navê hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayek rasterast yan jî ne rasterast hevkariya bikaranîna çekên kîmyewî dikin. Ji ber ku maskeyên ji bo çekên kîmyewî desteser kirin ev jî hevkariya wan nîşan dide. Li aliyê din jî rê nadin tîmên bizîşkên navdewletî serdana herêmê bikin û li cihên ku ev çek hatine bikaranîn lêkolîn bikin û van tewanên şer aşkera bikin.”

Her wiha di daxuyaniyê de belgeyên têkildarî çekên kîmyewî radestê Ofîsa Mafên Mirovan, Nûnertiya Sefaretxane û Konsolosên welatan ên li Iraqê, Rêxistinên Mafên Mirovan, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî OPCW, Yekitiya Bîjîjkên Navdewletî ya li dijî çekên kîmyewî IPPNW, Serokatiyên hikumeta Iraqê, Kurdistan û dadgeha navdewletî kirin û daxwaz hat kirin ku helwestên cidî diyar kirin.