Ji girtiyên jin ên Îranî nameya piştgiriyê

Sê jinên girtî yên li Girtîgeha Êvînê ji aktîvîstên Meryem û Parîvîn Mihemedî yên di rojên dawî de dayikên xwe ji dest dane nameyek şandin û sersaxî xwestin.

Navenda Nûçeyan – Jinên girti yên Îranê bi piştgiriya manevî xwe li ser lingan digirin. Sê jinên girtî yên li Girtîgeha Êvînê ji aktîvîstên Meryem û Parîvîn Mihemedî yên di rojên dawî de dayikên xwe ji dest dane nameyek şandin û sersaxî xwestin.

Frangise Mazlûm, Narges Zarîfyan û Zahra Ziourî yên li Girtîgeha Evînê girtî ne, di peyama xwe de wiha gotin, “Ji ber ku em jin in, em sûcdar in. Em jî bi sûcê jinbûnê ketin girtîgehê.” 

Di nameyê de hat destnîşankirin ku ji bo jinên girtî fersenda xatir xwestinê jî ji xizm û zarokên xwe re nemaye û ev yek travmayeke mezin çêkiriye û wiha hat gotin: "Derfeta me heye ku em çend hefteyan carekî xizmên xwe bibînin û zarokên xwe hembêz bikin, lê ji ber esareta xwe derfeta me ya xatir xwestinê jî nîn e. Ji ber ku em di fikrên xwe de israr dikin û wekî jin azadiyê dixwazin em di girtîgehan de ne.” 

Name bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ bi dawî bû.