Ji France 24’ê Leela Jacinto: Berdêla hevkariya HUDA PAR’ê Jin didin

Ji malpera nûçeyan a France 24'ê Leela Jacinto, di analîza xwe ya têkildarî tifaqa Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan a bi HUDA PAR’ê re de, nivîsand ku jin ditirsîn berdêla vê hevkariyê bidin.

Navenda Nûçeyan- Malpera nûçeyan a France 24’ê ya Fransayê, têkildarî ketina parlementerên HUDA PAR’ê ya Meclîsê ya ji lîsteyên Tifaqa Cumhur der bare siyaseta Tirkiyê de analîzek weşand.

Di analîza ku ji aliyê Leela Jacinto ve hat nivîsand de, amaje Recep Tayyîp Erdogan ku wek Serokomarê AKP’yî hat hilbijartin kir û wiha hate diyar kirin: "Erdogan piştgirî dide HUDA PAR’ê, lê jin berdêla wê didin." Tifaqa Erdogan a bi HUDA PAR’ê re perçeyek stratejiya qezençkirina dengên Kurdan e.

'Ez pir bi fikar im'

Analîz bi vegotinên jineke ku nexwest navê wê yê rast bê parvekirin dest pê kir, Leela Jacinto diyar kir ku jina bi navê Zeynep Bilgin weşandiye wiha gotiye: “Dîn hekimê siyaseta vî welatî ye; ev hilbijartin dikare jiyan û mafên jinan biguherîne.” Zeynep Bilgin wiha got: “HUDA PAR’ê têkildarî divê jin deng bikarneynîn û hemû jin beriya 30 saliya xwe bizewicin daxuyaniyan dide. Ew pir xurt in û ez pir bi fikar im.” Leela Jacinto her wiha di analîza xwe de diyar kir ku di 28’ê Gulanê de dema ku ji bo tûra duyemîn a hilbijartinê sindoq hatin vekirin li Amedê jinek nêzîkî wê bûye û wiha gotiye: “Ev hilbijartina dawî ya jinan e. Dibe ku em mafê xwe yê dengdanê winda bikin. Dê her tiştî biguherînin. Em ê ji ber HUDA PAR’ê bibin wek Îranê.” Li gor gotina nivîskar, heman jin di şeva hilbijartinê de ji wê re peyam şandiye û xwestiye nav û nasnameya wê di nûçeyan de neyê diyar kirin.

Koka wî digihije heta Hîzbullahê

Leela Jacinto di analîza xwe de wiha got: "Xeteriyên bilindbûna HUDA PAR’ê, neheqiyên li dijî kêmneteweyan demek dirêj hat paşguhkirin, li neteweyeke hişk a navendîparêz paşguhkirina çeperî radixe ber çavan." Di analîza ku hat bibîrxistin ku îttîfaqa Tifaqa Cumhur a bi HUDA PAR’ê re hat şermezarkirin û rexnekirin û hat diyar kirin, "Piraniya bertekên heyî parti ji aliyê dewletê ve bi têra xwe nehatine qebûlkirin an jî li ber tarîtiya paşerojê ya bi dest nayê girtin çavkanî digreçavan hatiye girtin" û ev nêrin hat parvekirin. "Kokên partiyê digihîje heta Hizbullahê."

'Dê muhafezekarî ji nû ve bê aktîf kirin’

Her wiha di analîzê de daxwaz û axaftinên HUDA PAR’ê yên tundiya mêr, mafên jinan û LGBTI+yan û Qanûna bi hejmara 6284’an a Parastina Malbatê û Pêşîlêgirtina Tundiya li Ser Jinê jî hat bibîrxistin. Di analîzê de gotinên Wezîrê Karên Hundir û Parlamenterê Stenbolê yê AK Partiyê Suleyman Soylu ku gotinên, "Di 10 salên pêş de girîngiya stratejîk a îtîfaqê dê were dîtin û bi vê gavê eksena muhafazkariya siyasetê ya li rojhilat û başûrê rojhilatê Tirkiyeyê dê ji nû ve aktîv bibe."