Ji FAO’yê Xelata Navneteweyî ji bo Emel el-Maknî
Karsaz û endezyara Tunisî Emel el-Maknî ji bo piştgirîkirina aboriya jinên gundewarî bû yek ji 100 jinên pêşeng ên pergalên çandinî-xwarinê.
Tunis – Rêxistina Xurek û Çandinîyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) endezyareke çandinîyê ya Tunisî Emel el- Makni xist nav lîsteya 100 jinên pêşeng di pergalên çandinî-xwarin û pêşveçûna gundan de.
Ev xelata navneteweyî ji bo rol û beşdariyên wê di pêşxistina sektora çandiniyê û xurtkirina pêşxistina gundan de ji Emel el- Maknî re hat dayîn.
Emel el-Meknî, endezyareke çandiniyê û karsazeke Tunisî ji parêzgeha Bace, pisporê çandiniya pez, dewar û bizinan e. Wê ji bo perwerde û pêşvebirina pratîkên çandiniyê yên domdar çandiniyeke model ava kir.
Emel el-Meknî her wiha beşdarî perwerdehiya zêdetirî 100 kesan bûye û piştgirî daye bihêzkirina aborî û civakî ya 30 jinên gundewarî.
Ev destpêşxeriya ku ji aliyê Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) ve hatiye destpêkirin, wekî derfeteke girîng ji bo pîrozkirina Sala Navneteweyî ya Jinên Cotkar tê hesibandin.
Jinên xelatgirtî di merasîmeke fermî de li baregeha FAO ya li Romayê di navbera 12-16’ê Cotmehê de hatin xelatkirin. Merasîm bi Foruma Xwarinê ya Cîhanê ya 2026’an û Roja Xwarinê ya Cîhanê re hevdem bû, ku her sal di 16ê Cotmehê de tê pîrozkirin.