Ji Eren Keskîn serdana nobeta "Edaletê"

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn di roja 335'an a nobeta "Edaletê" de serdana malbata Şenyaşar kir. Eren Keskîn egal û qurnefîlê ku Dayikên Şemiyê şandibûn diyarî Emîne Şenyaşar kir.

Riha - Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 335’an de berdewam dike. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn serdana malbata Şenyaşar ya li ber edliyeyê nobetê digirin kir. Eren Keskîn a ku di serdanê de axivî wiha got:" Êşa ku malbata Şenyaşar dikişîne wekî tevahiya êşên li Kurdistanê tên jiyîn giran e. Ji ber vê têkoşîna xwe didomînin.”
"Aqûbeta windayan nehat eşkerekirin"
Eren Keskîn diyar kir ku li ser navê Dayikên Şemiyê serdanê dike û wiha got: " Weke ku em hemû dizanin Dayikên Şemiyê jî salên dûr û dirêj in ji ber polîtîkayên windakirina di bin çavan de zarokên xwe, xizmên xwe winda kirine. Mixabin heta îro jî aqûbeta van windayan nehatiye eşkerekirin. Mixabin ew jî mîna xwişka Emîne di nava bêbextî û êşeke mezin jiyana xwe didomînin. Hem Emîne Şenyaşar hem jî dayika Gulistan Dokû rexmî şîlî û sermayê jî êş û daxwazên xwe li kolanan ji herkesî re diqîrin. Dayikên Şemiyê ji bo ku hûn necemidin, bi daxwaza herî kêm em cemidandina wan asteng bikin egalan çêkirin."
Eren Keskîn piştî axaftina xwe qurnefîl û egalên ku diyariya Dayikên Şemiyê bûn da Emîne Şenyaşar.