Ji EŞÎK’ê parêzer Selîn Nakîpoglu: Diyanet weke zincîra sûc li pêşberî me ye
Parêzer Selîn Nakîpoglu, diyar kir ku Serokatiya Karên Diyanetê bi daxuyaniyan jinan hedef digre, ‘fermana êrîşan’ dide mêran û got: “Serokatiya Karên Diyanetê di navê şîretên olî de projeya endezyariya siyasî û civakî dimeşîne.”

ELÎF AKGUL
Stenbol- Bertekên li dijî Serokatiya Karên Diyanetê ku di 5’ê Tebaxê de li 90 mizgeftan piştî xutbeyê bi daxuyaniyên li ser mafê mîrasê yê jinan ê hatiye bidestxistin da didomin. Rêxistinên jin an, Meclîsa Laîkiyê û Koma Kampanyaya Em Dest ji Mafên xwe yên Medengî Bernadin, der barê daxuyaniyê de serlêdana sûc kirin. Der barê daxuyaniyên berê yên diyanetê û polîtîkayên wê yên ku jinan hedef digre de em bi parêzer Selîn Nakîpoglu ya ji Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK) re axivîn.
‘Belavoka şêwaza jiyanê’
Parêzer Selîn Nakîpoglu diyar kir ku bi xutbeyan rasterast mafên jinan ên hatine bidestxistin tên hedefgirtin bi gotinên; “Xutbeyên diyanetê veguherîne belavoka şêwaza jiyanê” gotinên xwe wiha domand: “Di van xutbeyan de li ser nelirêtî, bêdadî, ruşweta siyasî yan jî meqam û seltenetê tu tişt nayê gotin lê dema ku mijar mudaxeleya şêwazê jiyana jinan be demildest dengê mikrofonê tê vekirin. Van xutbeyan tenê li ser kenê jinan, tayê porê wan, planên wan ên betlaneyê, mafê mîrasê tên dayîn.”
Parêzer Selîn Nakîpoglu bal kişand ku bi van xutbeyan mudaxeleyê jiyana jinan dikin û got: “Saziyeke fermî ya dewletê her dem bi zincîra sûc derdikeve pêşiya me.”
‘Weke jin mafê me yê welatîbûnê tune tê dîtin’
Selîn Nakîpoglu bi gotinên; “Weke jin em bi diyaneta ku mafê me yê welatîbûnê, cihê me di pergala laîk de tune dihesibîne û ji me re dibêje ‘tu li wir bisekine’ re rûbirû ne bal kişand ku saziya diyanetê makezagonê binpê dike û wiha domand:
“Îsrara dîtina jinan a di asta duyem de, îtiraza li dijî ruhê komarê ye. Ev di makezagonê de li dijî dewleta hiqûqê û laîk e lewre Serokatiya Karên Diyanetê di bin navê olî de projeya endezyariya siyasî û civakî dimeşîne. Tam weke berdevkiya desthilatdariyeke îslama siyasî li dijî me dixaxive. Li gorî kêfa xwe, li dijî makezagon û zagonan hewl dide mafên jinan tune bike. Ev tişteke wisa masûmane nîn e.”
Selîn Nakîpoglu bal kişand ku xutbeya diyanetê li 90 mizgeftan gihîştiye bi milyonan mirovan, got ku Serokatiya Karên Diyanetê xwe weke “nobedarê exlaq” îlan kiriye. Selîn Nakîpoglu bal kişand ku Serokatiya Karên Diyanetê bi Wezareta Dadê û Wezareta Perwerdeya Neteweyî re dixebite, bi bîr xist ku projeya ÇEDES’ê ya ku bi Wezareta Perwerdeya Neteweyî û Wezareta Dadê re tê meşandin, perçeyek ji pekanîna “navbeynkariyê” ya li ser hiqûqa malbatê te meşandin e.
Selîn Nakîpoglu hişyarî da ku Serokatiya Karên Diyanetê bi xutbeyên dawî re dibe ku der barê hiqûqa mîras de di nava amadekariyan de be û bi gotinên; “Li ser mafê mîrasê yê jinan êrîşek heye” wiha got: “Serokatiya Karên Diyanetê ya ku ji milyonan mirovan re dibêje ku mafê mîrasê ji bo jinan wekhev nîn e û sûc dike heye.”
‘Diyanet sûcên xwe didomîne’
Selîn Nakîpoglu bi bîr xist ku der barê van xutbeyan de rêxsitinên gel û saziyan serlêdana sûc kirine bal kişand ku hem der barê van serlêdanan de muamele nehatine kirin, hem jî saziya diyanetê sûcê xwe didomîne. Selîn Nakîpoglu diyar kir ku bi van xutbeyan sûcên weke; “tehrîka ji bo kirina sûc” “pesnê sûcdar” “di dema peywirê de bi karanîna bi awayê xirab a xizmetên olî” tên kirin. Selîn Nakîpoglu, xutbeya Serokatiya Karên Diyanetê ya roja 1’ê Tebaxê ku cilên jinan hedef girt bi bîr xist û got: “Dema ku hûn ji awayê cil û lixwekirina jinan diaxivin, fermana êrîşê didin mêrê ku li wê xutbeyê guhdarî dikin.”
Selîn Nakîpoglu got ku divê Serdozgeriya Komarê van xutbeyan îxbar bike, bêyî ku gilî were kirin lêpirsîbê veke û got ku heta niha tu muamele nehatiye kirin û hişyarî kir ku Serokatiya Karên Diyanetê, “rejîmeke dijberî makezagonê bi rêxistin dike” li ser xebatên makezagonê pirsa “Di rewşeke wiha de, bi çi, bi kê re, bi kîjan erka siyasî dê li ser makezagonê were axaftin” gotinên xwe wiha bi dawî kir:
“Pir eşkera ye ku Serokatiya Karên Diyanetê, Wezareta Perwerdeya Neteweyî û Wezareta Dadê rejîmeke li dijî makezagonê xeyal dikin. Diyanet jixwe niyeta xwe ya di vî warî de qet venaşêre. Bi eşkera muameleyên li dijî komara laîk dike. Zûve sînorê xwe derbas kiriye û bi wê jî nasekine, bes nabîne. Ger hûn binêrin dê xuya bibe ku mudaxeyelî pergala perwerde û hiqûqê jî dike. Tiştên ku tên kirin qet mehsûm nîn in. Rewşa heyî pir bi xeter e û laîkbûn têgeheke ku dema wê derbas bûbe nîn e. Niha divê tişta ku em zêdetir bibêjin û pê re têbikoşin ew e.”