Ji DFG berteka li dijî qeyûm: Ji bo demokrasiyê em ê têkoşîn bikin

DFG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê da û got: “Mîna têkoşîna me ya ji bo azadiya çapemenî û xweîfadekirinê, em ê ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê jî têbikoşin.”

Navenda Nûçeyan- Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm li dijî şaredariya Colemêrgê berdewam dike. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî tayînkirina qeyûm daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku desthilata AKP’ê bi sepanên xwe yên dijdemokratîk re her roj bêhtir civakê dorpêç dike.

Êrişek li dijî îradeya gele

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de gelên Tirkiyeyê ji bo demokratîkbûnê gavekî girîng avêt û qada bandorê ya desthilata siyasî teng kir û wiha got: “Ev desthilata ku îradeya gel nas nake, ji ewil xwest qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bike. Lê belê li hemberî îradeya gel paşvegav avêt. Îcar niha jî qeyûm li Şaredariya Colemêrgê tayîn kir. Zîhniyeta qeyûm, li dijî îradeya gel êrişeke û li pêşiya xwedîfadekirinê astengî ye.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de bal kişand ku tayînkirina qeyûm, darbeyeke li dijî demokrasiyê ye û ev tişt hate gotin:

“Tayînkirina qeyûm, her wiha êrişek li dijî çapemenî û azadiya xweîfadekirinê ye. Demokrasî û azadiya çapemenî-xweîfadekirinê girêdayî hev in. Hêj ji roja ewil ve kesên ji bo bertekên xwe nîşan bidin daketin kolanan bûn hedefa polîsan û polîsan êrişî rojnamevanên nûçe dişopandin hedef girtin. Mimkin nîne ku em vê rewşê qebûl bikin. Mîna têkoşîna me ya ji bo azadiya çapemenî û xweîfadekirinê, em ê ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê jî têbikoşin.”