Ji deryaya Mexribê 91 koçber hatin rizgarkirin

Li gorî agahiyan 91 penaberên ku dixwestin ji deryaya bajarê Dahla yê li başûrê Mexribê derbasî Ewropayê bibin ji hatine rizgarkirin.

Navenda Nûçeyan – Hêzên Çekdar ên Kraliyeta Mexribê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li li bajarê Dehla yê herêma rojavaya Sehrayê qeyikek tije penaber hatiye rizgarkirin.

Di daxuyaniyê de agahî hat dayîn ku di qeyikê de ji kapasîteyê zêdetir 91 penaber hebûne. Piştî ku alîkariya destpêkê ji wan re hatiye kirin jî ji bo karûbarên hiqûqî radestî hêzên ewlekariyê hatin kirin. Her sal li herêmê bi hezaran penaber, bi hêviya jiyana baştir ji bo bigihîjin Ewropayê ji Efrîqayê berê xwe didin riyên Deryaya Spî. Gelek ji wan di deryayê de dixeniqin. Mexrib ji ber ku ji aliê erdnîgarî ve nêzî deryayên Ewropayê, bûye herêmek ku riya penaberan pir tê de derbas dibe.