Ji Brîtanyayê ber bi Şoreşa Jinê rêwiya azadiyê: Hêlîn Qereçox

Bêrîvan Qereçox li ser şervana YPJ’ê Hêlîn Qereçox a di êrîşên dewleta tirk a li ser Efrînê de di 15'ê Adara 2018'an de canê xwe ji dest dabû axivî, helwest û xeyalên wê vegot got: "Hêlîn Qereçox bû parçeyek ji şoreşa Rojava."

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo - Çirûskên agirê Şoreşa 19'ê Tîrmehê ku ji Rojavayê Kurdistanê derket, şewq û tîrêjên xwe da giştî jinên Kurdistan, Rojhilata Navîn û welatên derve yên ku banga demokrasî û azadiyê dikirin. Ruxmî gelek çalakvanên jin li welatên xwe di tevger û rêxistinên feminist de têdikoşiyan jî dilê wan ji bo şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re lêda û bi lez hildiavêt. Anna Campbell yek ji jinên Brîtanyayê ye, berê xwe da warê jinan. Şoreşa 19'ê Tîrmehê îro şoreşeke enternasyonalîst e. Li ser axa Rojava li dijî dijminên mirovahiyê têkoşîneke navneteweyî û enternasyonalîstî heye.

Ji Brîtanya berê xwe da Şoreşa Jinê

Anna Campbell femînîst, anarşîst û çalakvaneke Brîtanî bû ku li Lewesa, Neteweyên Yekbûyî ji dayik bûye.

Di gelek tevgerên siyasî de cih girtiye, di nav wan de xwenîşandanên xwendekarên Brîtanyayê yên sala 2010, Komeleya Xaça Reş û rêxistinên din ên anarşîst û rêxistina rakirina koletiyê. Li dijî hişmendiya netew-dewlet û desthilatdariyê her di nava têkoşîn û lêgerînê de bû ku bikaribe guhertinekê çêbike.

Bi gulîmor û xwediyên keziyên Edûlê ku pê re hêvî û xeyalên xwe dihûnandin, şervan û şoreşgerên jin ên YPJ'ê bandor dibe, di Gulana 2017'an de berê xwe dide Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji xwe re navê Hêlîn Qereçox hildibijêre. Di şerê li dijî DAIŞ'ê de li kêleka rêhevalên xwe yê şervan ên Kurd, Ereb, Asûr, Suryan ji bo jiyana bi ewle ji jin û civakê re li ber xwe dide. Di operasyonên leşkerî yên li dijî DAIŞ'ê de li Reqa û Dêra Zorê cih digre.

Hêlîn Qereçox di 15'ê Adara 2018'an di êrişên dagirkeriya dewleta Tirk li dijî Efrînê de canê xwe ji dest dide.

Brîtanyayê xwe bêdeng kir, Qamişloyê wê hembêz kir

Bavê Anna, Dîrk Campbell, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê da ku zextê li Tirkiyeyê bike da ku tedbîrên guncav der heqê wî de bigre. Dîrk got ku hikûmeta Tirkiyeyê heta niha guh nedaye hemû daxwazên wî û hikûmeta Brîtaniyayê jî bi wê yekê sûcdar kir ku piştgirî nedaye doza wî.

Tevî hemû hewldanên malbatê jî hikûmeta Brîtanyayê û dewleta Tirk bêdeng man û nikaribûn cenazeyê xwe bigrin bibin cihê jidayikbûna wê. Cenaze li goristana Ş.Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di nava bi sedan gorên lehengan de hat veşartin.

Bêrîvan Qereçox ku yek ji Endama Akademiya Jineolojiyê ye, der barê kesayet û têkoşîna rêhevala xwe Hêlîn Qereçox de axivî.

Dilnizm û rûken bû

Bêrîvan Qereçox diyar kir ku ruhê Hêlîn ê parastinê pir di pêş de bû, wiha got: "Li dijî pergalên serdest ku mafên mirov û lawiran binpê dikirin, li her kolanê me û Hêlîn bi komeke ji jinên feminist û ciwan re xwe birêxistin dikir. Kesayeteke wê ya wisa hebû ku dixwest mafên jin, jiyan, koçber, penaber û heta mafên lawiran jî biparêze û ekolojiyeke saxlem ava bibe. Naskirina me li Ewropayê dest pê kir û bi gelek jinên ciwan re li gelek welatan wekî Spaniya, Fransa, Iskotlenda  û Îngîltereyê gelek çalakî li dar xistin. Bi enerjiyeke mezin, coş û hezkirineke bêdawî erk û berpirsiyariyên xwe pêk dianî. Gelek dilnizm û rûbiken bû. Di warê rêhevaltiyê de, her kesê li derdora xwe kom dikir."

‘Digot ez ê biçim bibim parçeyek ji şoreşê’

Bêrîvan Qereçox got ku naskirina wê ji Hêlîn re bû sedema şiyarbûneke siyasî û wiha domand: "Dibe ku têgihîştina me berê di warê pirsgirêkên sîstem û pergal, siyaset û şoreşê de ne kûr bû. Lê kombûna me bû sedema gavavêtinê. Me pir hewl da em bibin şoreşger lê belê piştî çend salan ji têkoşînê, xitimandinek bi me re çêbû. Me nizanibû ku em çawa têkoşîn û rêxistina xwe bi pêş ve bibin û gaveke nû bavêjin. Em ketin xitimandina hişmendiya lîberalîzmê êdî wisa li me hatibû ku em nikaribûn ji wê çarçoveyê derkevin. Êdî riyeke nû pêwîst dikir. Di wê demê de Hêlîn berê  xwe da şoreşa Rojava. Lê me ji nêz ve tevgera jinên Kurd ku bi şoreşê rabûne, nas nedikir. Me digot ha li wê derê şoreş dest pê kiriye, pir baş e û tenê em ê piştgirî bidin. Me nizanibû ku çiqasî tevgera Kurd tevgereke enternasyonalîst e û hemû jinên cîhanê hembêz dike. Dîtin, naskirin û xwendina Hêlîn ji şoreşa Rojava re pir kûr bû. Hêlîn negot ez ê li ser jinên Kurd lêkolîn bikim û tiştekî der heqê wan de binivîsinim, tenê got ez ê biçim cem wan û bibim parçeyek ji şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê."

'Hêlînê rê vekir'

Bêrîvan Qereçox bal kişand ser xaleke girîng û ev tişt anî ziman: "Hatina Hêlîn ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, rê li ber gelek jinan vekir ku ew jî werin beşdarî şoreşê bibin. Ev ji bo me pir girîng bû ku em jî dikarin bibin parçeyek ji vê şoreşê. Hêlîn tecrybeyên xwe bi me re parve dikir û her dem digot tu jî were bibe parçeyek ji vê şoreşê, were serdana warê şoreşa jinan û nas bike. Piştî min biryar da ku ez berê xwe bidim Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber şert û mercên siyasî balafirgeh hatin rawestîn. Pê re jî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê li ser Efrînê dest pê kirin. Di wir de rêhevala me Hêlîn Qereçox di oxira parastina Efrînê de canê xwe ji dest da. Nebû qismetê min ku Hêlîn careke din bibînim lê tişta ku wê dixwest min pêk anî. Ez beşdarî şoreşê bûm û dîroka me jî li Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ronî bû, rastiyeke nayê paşguhkirin."

'Em ne ‘mêvan’ in parçeyek ji şoreşê ne'

Bêrîvan Qereçox da zanîn ku şoreşa wan şoreşeke enternasyonalîst e û wiha dirêjî da gotina xwe: "Piştî ku ez jî hatim Rojava min baş fêm kir ku şoreşa me şoreşeke enternasyonalîst e. Dibe ku destpêkê me şerm dikir û pirsên wiha dihatin ku em çawa piştgirî bidin lê belê her şoreşgerên Kurd ji me re digotin ku ev şoreş şoreşeke enternasyonalîst e. Divê ku tevgera me bi awayekî enternasyonal bi pêş bikeve, ji ber sîstema ku em li dijî wê têdikoşin giştî û pir birêxistinî ye. Wê demê me dît ku em ne wekî ‘mêvan’ in em jî parçeyek ji şoreşa jinan in."

‘Li hemberî êrişên piralî, parastina piralî divê’

Bêrîvan Qereçox êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê li ser herêmê bi bîr xist û wiha bilêv kir: "Dizanin ku sîstema li Rojava tê avakirin pir cuda ye, ji lewre dewleta tirk bi çeteyên xwe êrîş dike. Ne tenê ew in Brîtaniya û Emerîka jî di nav de ne. Hemû hêzên cîhanê li dijî pêşketina tevgera azadiya Kurd û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Di vir de berjewendiyên wan yek in. Pêşberî civakan şanoyekê çêdikin goya ew hêz şerê hevdu dikin lê li hember fikir û hişmendiyê şer nakin, ji ber bi dilê wan e li gorî wê hişmendiyê tevbigerin. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sîstema xwe li ser xwe wekî gefekê dibînin. Ji ber wê jî divê ku em wekî jinên enternasyonalîst sîstem û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi riyên siyasî û dîplomasî biparêzin."