Ji bo zarokên keç yên beriya 10 salan hatin revandin hatin ba hev

Li Nîjeryayê ji bo xwendevanên ku beriya 10 salan ji aliyê Boko Haram ve hatin revandin çalakiya protestoyê hate li darxistin. Di çalakiyê de bang li hikumeta Nîjeryayê hat kirin ku divê demildest zarokên keç ên Chibok werin rizgarkirin.

Navenda Nûçeyan- Xizmên windayan bi boneya 10’emîn salvegera revandina xwendevanên zarokên keç ên ji aliyê Boko Haram li Chibok a Nîjeryayê hatin revandin protesto kirin.

Malbat û xizmên xwendevanan jî di nav de gelek kes li Qada Unity Fountain ya li paytext Abuja kom bûn. Di çalakiyê de panqertên ‘Têkoşîna ji bo keçên Chibok tê kirin, têkoşîna ku ji bo rihê Nîjeryayê hatî dayine’, ’10 sal demek gelek dirêje’, ‘keçên me vegerînin’ û ‘Xwîşkên me rizgar bikin’ hatin hildan. Li dijî hikumetê jî dirûşme hatin avêtin.

Li ser navê girseyê Seroka civaka Chibok Dauda Ndirpaya Iliya axivî û diyarkir ku Boko Haram li Chibok hê bandore, gelê herêmê her roj di nava tirsê de jiyan dikin. Da zanîn ku keçên hatine revandin, hinek ji wan ji êşê jiyana xwe ji dest dane, hinek jê jî nexweşiyên cûda girtine. Bang kir ku zarokên keç ên Chibok divê demildest werin rizgarkirin û radestî malbatên wan werin kirin.    

Boko Haram, di 14’ê Nîsana 2014’an de li ser dibîstana Lêmanê ya li bajarê Chibok ya eyaleta Borno ya Bakûrê Rojhilatê welat, de girtibûn, 276 xwendevanên keç revandibûn. Li Nîjeryayê di destpêka salên 2000’an ve Boko Haram navê xwe ragihand, ji sala 2009’an heta niha  çalakiyên tundiya girseyî pêktînin û bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan.