Ji bo xwendekarên Filistînê hewildana 'perwerdeya ji dûr ve' hate destpêkirin

Yek ji endamên Hewildana Zanîngehan a ji bo Filistînê ku ji aliyê komek xwendekar û mamosteyên Tûnisê ve ji bo hevgirtina xwendekarên zanîngehên Xezayê hat destpêkirin Anan Akroutî, wiha got: "Em dixwazin ji gelê Xezayê re ronahiyek hêviyê bidin."

NEZÎHA BOUSSAİDİ

Tûnis- Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê berdewam dike, ji çar aliyên cîhanê bertek tên. Bi taybetî çalakiyên piştgiriyê yên ji bo gelê Filistînê ku li gelek zanîngehan destpêkir zêde dibe, xwendekaran bi projeyên cuda armanc dikin zor û zehmetiyên gel, jin û bi taybetî jî xwendekarên ku nikarin perwerdeyê bibînin, derbas bikin. "Hewildana Zanîngehan a ji bo Filistînê" ku ji aliyê komek xwendekar û mamosteyên Tûnisê ve hate destpêkirin, armanc dikin piştgirî bidin xwendekarên ku perwerdeya wan tên asteng kirin.

Li gorî endama hewildanê Profesor Anan Akroutî, fikra hewildanê ji aliyê komek xwendekar ve hate destpêkirin û piştre hêdî hêdî pêşket û berfireh bû.

'Proje ji aliyê hemû kesan ve nirx hate dayîn’

Anan Akroutî ya got, "Em ji bo bi saziyên zanîngehê yên Filistînê re têkilî deynin, bi balyoza Filistînê ya li Tûnisê re hevdîtin pêkanî. Balyoz vê yekê pêşkêşê Rêveberiya Filistînê û Wezareta Xwendina Bilind a Filistînê kir û ev yek ji aliyê hemû kesê ve nirx hate dayîn û fermî hate qebûl kirin” da zanîn ku hewildan ji aliyê hemû rektor, dekan û midûrên zanîngehan ve hate qebûl kirin, xwe gihandinê hezar dilxwaz û ev hejmar roj bi roj zêde dibe. Her wiha Anan Akroutî, da zanîn di demek nêz de koma hewil wê destpê perwerde bike û ji ber ku pêvajoya avakirina teknolojiya ji bo perwerdehiya dirêj dike, wê ev yek hinek dem bigre.

Anan Akroutî, ragihand ku ew ê di qonaxa ewil de ji bo 7 hezar xwendekarên Xezayê perwerde bidin û wiha got: “Dibe ku heta heyama havînê ev hejmar du qat zêde bibe, ji ber ku em li benda waneyên ku profesorên dilxwaz ên zanîngehên Filistînê bişînin e."

Anan Akroutî, diyar kir ku ji bo profesor welatên xwe neterikînin alîkarî pêşkeş bikin û wiha got: “Ji ber ku hêzên Îsraîlê hewil didin vê yekê bikin. Em cihê profesorên Filistînê negrin, lê em ê alîkariya wan bikin û pêdiviya wan misogerbikin. Bivî awayî şert û mercên zehmet derbas bikin û hemû zanîngehan ji nû ve werin avakirin. Di salên pêşiya me de jî karê xwe bidomînin, ji ber ku ji nû ve avakirina hilweşandina Xezayê bi salan bidome. Ji bo dîsîplinên tîp û zanîstê pêdiviyek mezin heye, ji ber ku xwendekarên Filistînê ji edebiyat û zanistên beşerî zêdetir hewceyê dîsîplînên tîpê ne. Zanîngehên li Xezayê di qada tîp û endezyariyê de pispor bûn.”

'Li Xezayê zêdetirê 80 hezar xwendekar nikarin perwerde bibînin'

Anan Akroutî, destnîşan kir ku l Xezayê zêdetirê 80 hezar xwendekar nikarin perwerde bibînin û wiha got: "Em ê hewil bidin ji bo 7 hezar xwendekar perwerde bidin. Qeydên xwendekaran dê bi rêya zanîngeha Birzeitê bê kirin û tê armanckirin ku bigihîjin 19 hezar xwendekar. Li Zîvala Xezayê zanîngeh bi qismî hilweşiyane an jî ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatine desteserkirin û veguheriye baregehên leşkerî."

Anan Akroutî, wiha axivî: "Em bi rêxistinên navneteweyî yên wekî UNESCO, Rêxistina Erebî ya Perwerde, Çandî û Zanistî (ELECSO) re dixebitin. Ji ber ku di rewşên awerte de ji bo perwerde bernameyên wan hene û ez bawer dikim ku ji rewşa xwendekaran li Xezayê, rewşa awarte ya mezintir nîne. Lewma divê hin zêdetir alîkarî bidin me.”

'Hejmara jinên dilxwaz ji mêran zêdetir e'

Anan Akroutî, da zanîn daxwaza jinan a cihgirtina vê hewildanê gelek zêde ye û wiha axivî: “Hejmara jinên dilxwaz ên dixwazin mamostetiyê dikin ji mêran zêdetir e û mamosteyên dibistanên seretayî û navîn ên dixwazin mamostetî bikin jî hene. Lê ji ber taybetmendiya hewildanê em hewil didin pêşengiyê bidin xwendekaran.”

Anan Akroutî, diyar kir ku armanca sereke ya perwerdeya ji dûr ve, hêzdayîna gelê Xezayê ye û wiha got: “Ev bi çek şerê me dikin, em jî bi zanîstê şerê wan dikin.”