‘Ji bo şikandina tecrîdê em ê berxwedanê xurt bikin’

Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Rîma Îsa diyar kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê ji pergala desthildar re derbeyek be, ji ber vê yekê hewl didin bi riya tecrîdê xeta azadiya gel têk bibin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 15'ê Sibata 1999'an bi komployeke navneteweyî ku bi dehan dewletên herêmî û kapîtalîst tê de beşdar bûn, dîl hat girtin û radestî dewleta tirk hat kirin. Dewleta tirk Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgeha Girava Îmraliyê de girtî ye û wî ji mafên wî bêpar kiriye her wiha tecrîd û zextên herî giran li ser wî dimeşîne û destûr nade ku malbat û parêzer wî bibînin. Piştî girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dewleta tirk êrîşên xwe li ser gelê Kurd dijwar kir. Di 9'ê Cotmeha 2019'an de êrîşên dagirkirinê bir ser Girê Spî û Serêkaniyê. Piştre êrîşên li ser  axa Başûrê Kurdistanê zêde kir û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşeng û rêveberên şoreşê hedef girt, di heman demê de li Bakurê Kurdistanê operasyona qirkirina siyasî li dijî siyasetmedar, rojnamevan û çalakvanan dijwar kir. Têkildarî van mijaran Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Rîma Îsa nêrîna xwe parve kir.

‘Felsefeya Rêber Apo xelasiya civaka bindest ji desthilatdarî û koletiyê ye’

Rîma Îsa da zanîn ku  tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan îsbata dîktatoriya dewleta tirk e û wiha anî ziman: “Ji dîrokê ve heya niha kîjan însan ji bo civaka xwe têkoşiyaye dewletên desthilatdar li hemberî wî derdikevin û tu zagon tune ye mafên wan biparêze. Yek ji wan Feylesofê xelasiya civakê ji hişmendiya mêr a serdet Rêber Apo ye. Rêber Apo ji bo azadiya hemû pêkhateyan û bi taybetî azadiya jinan xwe ji azadiya fizîkî bêpar hişt. Niha li zindana Îmraliyê tecrîdek giran li ser tê meşandin. Rejîma Tirk rejîmeke dictator e. Ev zext û tecrîda li ser Rêber Apo îsbat dike ku ev rejîm zagona navneteweyî binpê dike.”

‘Ji bo rê li ber qeyrana Rojhilata Navîn bê girtin, tecrîdê giran dikin’

Rîma Îsa teqez kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd bi armanca kûrkirina aloziya Rojhilata Navîn e û wiha domand: “Dewleta tirk bi hemû rêbazan hewl dide aloziya li Rojhilata Navîn girantir bike. Ji ber wê tecrîda li ser Rêber Apo didomîne û siyaseta qirkirinê li dijî gelan dimeşîne. Rêber Apo da diyarkirin ku di hefteyekê de dikare qeyrana Rojhilata Navîn çareser bike. Piştî wê ev tecrîda giran li ser hat meşandin ji bo ku rê li ber çareseriya qeyrana Rojhilata Navîn bigrin. Ji ber ku çareseriya qeyranê ne ji berjewendiyên hêzên desthilatdaran e. Lewma li dijî felsefeya Rêber Apo hemû dewlet bûne yek û li ser tecrîdê erê kirine û dengê xwe nakin. Piştî tecrîdê jî dest bi pêngava qirkirinê kir û di her rojê de êrîşî ax û welatiyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dike û pêşeng, siyastmedar û rêveberên şoreşê hedef digre. Li Başûrê Kurdistanê jî bi çekên qedexekirî êrîşî axa Kurdistanê dike û li Bakurê Kurdistanê dest bi pêngava girtina rojnamevan, siyastmedar û rewşenbîran kiriye. Ev siyaset hemû jî tiştekî armanc dikin ku rê li ber pêşketina xeta azadiyê bigrin û felsefeya azad têk bibin.”

‘Şikandina tecrîdê yek planên sereke ya xeta azadiya jinan e’

Rîma bal kişand ser rola jinan di şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de û wiha axivî: “Hêzên desthilatdar civakê di şexsê jinan de kole kirine, hemû berjewendiyên xwe di şexsê jinan de pêk tînin. Hişmendiya mêr li ser civakê dabûn ferzkirin û jinan pê dabûn îqnakirin. Felsefeya Rêber Apo ku azadiya jinan esas digre jinan şiyar kir, jin bi riya wê felsefeyê gihîştin baweriya ku xwedî hêz, îrade û cesaret in, ji lewma şoreşa Rojava bi şoreşa jinan hat naskirin ji ber ku jinan xwe di vê felsefeyê de nas kir, deskeftiyên pîroz bi dest xistin. Ev şoreş bi berxwedaniya jinan li dijî sîstema mêr a serdest yekitiya jinan li tevahî cîhanê da avakirin û serhildan pêk anîn. Êrîşên niha jî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên yek ji planên têkçûna felsefeya azad e. Ji ber wê jî şikandina tecrîdê û azadiya fizîkî ya rêbertî yek ji planên sereke yên xeta azadiya jinan e. Rêber Apo ji bo azadiya hemû jinên cîhanê û civakê xwe ji azadiya fizîkî mehrûm kir, ji lewre azadiya rêbertî yek ji erkên sereke yên hemû jinan e. Ji bo azadiya wî ya fizîkî em ê asta têkoşînê bilindtir bikin û berxwedanê gurtir bikin. Ez herî dawî jî bang li saziyên pêwendîdar ên ku banga mafên mirovan dikin û dibêjin ku bi erk û wijdanê xwe rabin û ji bo têkbirina tecrîda li dijî Rêber Apo û azadiya wî ya fizîkî kar û xebatê bikin.”