Ji bo rojnamevanên di bin çavan de sînordarkirina parêzeran

Hat zanîn ku derbarê rojnamevanên li Stenbolê di çarçoveya lêpirsînê de hatin binçavkirin 24 saetan sînordarkirina parêzeran anîn.

Navenda Nûçeyan- Di çarçoveya lêpirsîna serdozgeriya Komara Stenbolê di saetên siharê de 9 rojnamevan piştî serdegirtina malan de hatin binçavkirin. 

Sedemê binçavkirina nehat zanîn, rojnamevanên li Stenbolê hatin binçavkirin, li Muduryeta Emniyeta Vatan tên ragirtin. Hate zanîn ku derbarê rojnamevanên hatin binçavkirin de 24 saetan sînordarkirina parêzeran anîn e.

Di serdegirtinên malan ên li Stenbolê de nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Esra Solîn Dal, xebatkraê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn û kedkarên Çapemeniya Azad Saliha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şîrîn Ermîş û rojnameger Erdogan Alayumat hatin binçavkirin.

Di serdegirtina li Enqereyê de nûçegihanê MA’yê Mehmet Aslan û li ya Rihayê de jî nûçegihanê MA’yê yê berê Dogan Kaynak hatin binçavkirin. Hat zanîn ku 2 jê rojnameger ji bo 3 kesan jî biryara binçavkirinê hatiye dayîn.