Ji bo rojnamegeran daxwaza girtinê

Rojnameger Safiye Alagaş û Azîz Oruç ên ku li dozgeriyê îfadeya wan hat girtin, bi daxwaza girtinê sewqê Dadgeha Sulh û Cezayê hatin kirin.

Amed -  Di 8’e Hezîranê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçuk, Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş edîtorên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç û rojnamevan Omer Çelîk, Suat Doguhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tunç, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bulut, Mazlum Dogan Guler, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncu, Remziye Temel, Mehmet Yalçin, Abdurrahman Oncu, Lezgîn Akdenîz, Kadîr Bayram û Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulen hatibûn binçavkirin, piştî binçavkirina 8 rojan, duh kar û barên îfadeya rojnamevanan a li midûriyeta polîsan bi dawî bû.

22 kesên ku îfadeyên wan li midûriyeta polîsan bi dawî bû, danê sibehê sewqî edliyeyê hatin kirin. Hat hînbûn ku Safiye Alagaş û Azîz Oruç ên îfadeya xwe dan, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Sulh Cezayê hatin kirin.