‘Ji bo Rojhilata Navîn fikrên Ocalan çareseriya bingehîn e’

Di salvegera 28’emîn a komployê de, Înîsiyatîfa Nûn diyar kir ku tecrîd û girtîgeh nikarin vîna azadiyê tune bikin. Bi tekezî hate destnîşankirin ku jin wê bibin pêşengên sereke yên têkoşînê û aştiya li Rojhilata Navîn tenê bi diyalogê pêk tê.

Navenda Nûçeyan – Înîsiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Abdullah Ocalan, bi boneya salvegera 28’emîn a komploya navnetewî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de pêk hat, daxuyaniyek weşand. 

Înîsiyatîfa Nûn, di despêka daxuyaniya xwe de komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha dewam kir: “Armanca vê komployê ew bû ku dengê veguherîbû dozê bê bêdengkirin, îdeolojiyeke ku sînor derbas kiribû bê tecrîdkirin û projeyeke ku ji bo derketina ji çerxa şer û pevçûnan, demokrasiyê, aştiyê û azadiyê diparêze bê dorpêçkirin. Xwestin Ocalan li pişt dîwaran dîl bigirin, lê wan nikarîbû fikrên wî heps bikin. hewildan dengê wî tecrîd bikin, lê fikrên wî gihîştin gel, jinan û ciwanên ku di projeya wî de bangeke jiyaneke nû ya li ser bingeha azadî, dadperwerî û wekheviyê dîtin."

‘Jin xwedî wê hêzê ne ku pêşengtiya têkoşîna aştî û azadiyê bikin’

Di daxuyaniya li ser navê jinan hate kirin de jî ev peyam hate dayîn: “Em wek jin bi zelalî radigihînin ku dê jin ne tenê temaşevanên dîrokê bin û qebûl nekin ku sînorên pêşeroja wan bi biryarên hêzên serdest bên xêzkirin. Jinên ku li dijî zilm, şer û dûrxistinê li ber xwe didin, xwedî wê hêzê ne ku pêşengtiya têkoşîna aştî û azadiyê bikin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêka siyasî tu çareseriyê pêşkêş nake, girtîgeh nikarin fikran rawestînin û tecrîd nikare vîna gelan a ji bo azadiyê tune bike.

‘Çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi gavên şênber ên ber bi aştî û civakek demokratîk re pêkan e’

Di daxuyaniyêde hate diyar kirin ku rêya yekane ya ber bi paşerojeke aram re ne bi polîtîkayên înkar, tecrîd û zextê, bi diyalog, çareseriyên siyasî û naskirina mafan pêkan e: “Çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn û rawestandina rijandina xwîna mirovên bêguneh, tenê bi gavên şênber ên ber bi aştî û civakeke demokratîk re pêkan e. Wekî din dê pevçûn û şerên mezintir rû bidin û yên ku dê berdêlê bidin jî gel, jin û komên bindest in."

‘Dê jin di hemû qadên têkoşînê de hêzeke bingehîn bin’

Înîsiyatîfa Nûn, di dawiya daxuyaniyê de tekez kir ku têkoşîna ji bo azadiyê ne kampanyayeke demkurt e û fikrên ku ji daxwazên gelan derketine, nikarin li pişt hesinan bên veşartin. Înîsiyatîfê, diyar kir ku jin dê di hemû qadên têkoşînê de him di rûbirûbûna neheqiyê de û him jî di avakirina pêşerojeke li ser bingeha rûmet, wekhevî û dadperweriyê de hêzeke bingehîn bin.