Ji bo piştgiriya jinên Îranê kampanya dan destpêkirin

Komek femînîst ji bo piştgiriya dayîna çalakiyên bi pêşengiya jinan ya li Îranê kampanyayek kûrewî ya bi navê “Jiyana Min” dan destpêkirin.

Navenda Nûçeyan – Gelek rêxistinên femînîst û femînîstên weke Jîn Womens Asscıatıon (Komeleya Jinê ya Jin), Aman Women Allıance (Yekîtiya Jinê ya Aman), Hypatıa Gender Justıce (Hypatia Cins (zayend) edaleta wê) di Civîna Femînîst a Serbixwe de li hev civiyan. Civîn ji aliyê komek femînîstên serbixwe yên welatên ereb ve, ji bo domdarî kirina serhildana ku demdirêjê li Îranê tê jiyîn û bi rêkûpêk kirina mekanîzmayên piştgirî didin hat li dar xistin.

Berdewamiya fealiyetan

Femînîstên beşdarê civînê bûne, girîngiya serhildana li Îranê û nîşaneyên pêşerojê ya li ser herêmê diyar kirin û bal kişandin ser girîngiya çalakiyên şoreşger ên radîkal ên pêşengtiya wan jin dikin. Di civînê de, girîngiya meşandina bernameyeke fealiyetan ya ji bo heta 8’ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan bihêzkirina pêla çalakiyên jinan ya li Îran û Afganistanê hat dest nişan kirin.

Madeyên ku di civînê de ji biryarê hatin girêdan, wiha hatin diyar kirin;

Di çarçoveya hashtaga *mahsa_amini de, di qada kûrewî de kampanyayek dibin sernavê “Jiyana Min” bidin dest pê kirin. Şoreşa jinên Îranê ku di hemû zimanên ragihandina kûrewî de hatiye rewşa enternasyonalîst, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ve girêdayî ye.

* Biryar hat girtin ku çalakiyên ku ji bo piştgirîkirina xwendekarên ku di 29 û 30’ê Cotmehê de bûne hedefa Îranê, piştgirî bidin bangên kûrewî ên ji bo xwepêşandanên gerdûnî û çalakiyên ku di çarçoveya hevbeş de li deverên cuda yên cîhanê bên lidarxistin. Li ser banga komeke femînîst a jinên Îranî û femînîstên navneteweyî di 22’ê Cotmehê de bibin beşek ji bûyerên gerdûnî yên li Dîwara Berlînê.

* Li her welatekî, bi taybetî jî li Rojhelat, her komekê jinan ên beşdarî hevkariya hevbeş dibin û oraganîzatorên kampanyayê bên gel hev û çalakiyan lidarbixin.

-Şoreşa gelêrî ya bi pêşengtiya jinan li ser rûpelên medya dijîtal bi awayekî organîze bigrin dest, nivîs û belavokên bi Erebî, Kurdî, Farisî, Îngilîzî û zimanên din ên herêmî yên herêmê bên nivîsandin û wergerkirin.

* Bi yekdengî hate qebûlkirin ku vîdyoyên ku dengê jinan ên bi Erebî, Kurdî, Farsî, Tamazîtî, Îngîlîzî û zimanên din yên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê tên axaftinê, hatine qeyd kirin, di herêmên Erebî tên axaftin de cih bigre û weke malzemeya medya motîvasyonî werin hilberandin. Ji bo beşdariya civîn û xebatên me vexwendina berfireh bê kirin.”