Ji bo Pexşan Ezîzî li Enqere çalakî

Meclisa Jinan ya Enqere ya DEM Partî, ji bo demildest cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî were bertalkirin li ber sefaretxaneya Îranê çalakî li darxist.

Navenda Nûçeyan- Meclisa Jinan a Enqere ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li ber sefaretxaneya Îranê ji bo Pexşan Ezîzî ku cezayê darvekirinê erê kir kom bûn. Jinan bi dirûşmeyên ‘Bila Îran darvekirinan bi dawî bike’ û ‘Ji bo Pexşan Ezîzî Azadî’ bang li dewleta Îranê kirin.

Li ser navê jinan Hevseroka bajar ya DEM Partî Tatligul Gul daxuyanî xwend û wiha got: “Ev rejim bi awayek bê hiqûqî cezayê darvekirinê daye bi dehan jinan û bi pêkanînên der mirovî ên ku jinan dikin hedef dawî li jiyana wan tînin û sûc dikin. Girtîgeha Evîn a li Tahranê ji bo jinan bûye navenda îşkenceyê, li vêderê îşkence, îtîrafa bi zorê û binpêkirina mafan her roj zêde dibe.”  

Ji bo têkoşîna azadiyê em ê dengê xwe bilind bikin

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Pexşan Ezîzî ji ber jineke û Kurd e û bi nasanmeya rojnamegertî rastiyan ji dinyayê re radigihîne bûye hedef û ev tişt hate gotin:  

Têkoşîna ku Pexşan weke rojnamevanekê dayî, ne tenê sembola azadiyê jinê ye, sembola têkoşîna azadiya hemû civaka ne. Em li kuderê dinyayê bin, em ê ji bo mafê jinan û têkoşina azadiyê dengê xwe bilind bikin. Tu caran nayê pejirandin ku daxwazên maf û azadiyê yê jinan weke gef were dîtin.  Rejîma faşîst a mola ya Îranê bi cezayên darvekirinên der mirovî gefxwarina li jiyana jinan berdewam dikin. Binpêkirinên mafan û îşkenceyên li girtîgeha Evînê êdî di rojeva hemû civakê deye û li dijî van sûcan bêdengbûna me ne pêkan e.” 

’Bedena jinan tê hedefgirtin

Tatligul Gul da zanîn ku bi politikayên şer bedena jinê hatiye hedefgirtin û wiha got: “Rejîma faşîst a mola ya li Îranê mafê jinan tune di hesîbînin, rêveberiyên din ên li herêmê tundî, zext û cûdakariyê gur dikin. Li Tirkiye cînayetên jinan û tundî zêde dibe, li erdnîgariya weke Sûriye û Iraqê de ku bi şer xira bûye jin bûne mexdûrê herî mezin ên şeran. Li ser beden û jiyana wan lîstok tên lîstin. Li Rojava êrişên li dijî destkeftiyên jinan bê navber di dome. Li vêderê têkoşîna azadiya jinan îlham daye hemû dinyayê. Lê belê ev berxwedan, bûye hedefa dijmin. Endamên Konbûna Jinan a Zenûbiya, di êrişên li Bakur û Rojhilatê Sûriye li ser jinan de jiyana xwe ji dest dan. Rûyî herî reş ê şer di bedena jinan de xwe dide der. Em van êrişan ne tenê li dijî jinên Rojava, li dijî têkoşîna azadiya hemû jinên dinyayê weke gefekê dibînin.” 

Divê demildest Pexşan Ezîzî were berdan

Tatligul Gul di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt got:

Em bang li sefaretxaneya Îranê dikin; Divê demildest cezayê darvekirinê yê daye Pexşan Ezîzî betal bike û dawî li van sûcên li dijî jinan tê kirin bînin. Têkoşîna ji bo mafê jinan û daxwaza ji bo wekhevî û azadiyê ne sûce! Berdewamkirina pêkanîna cezayên darvekirinê ya rejîma faşîst a mola, ji bo jiyana jinan xeteriyek mezin dide avakirin. Li dijî îşkenceyên li bermaberî jinên girtiyên siyasî yên li girtîgeha Evînê li hemû dinyayê em ê dengê xwe bilind bikin. Divê demildest Pexşan Ezîzî were berdan!

Pêkanîna cezayê weke darvekirinê, sûcek li dijî mirovatiyê ye û li beramberî vê bêdengmayîn jî sûc e. Em ê li dijî vê sûcî rabin û parastina mafê jiyanê bikin. Îsyana ku di şexsê Jîna Emînî de bilind bûye, îsyana meye. Li Rojhilata Navîn û Tirkiye li dijî zextên li ser jinana em ê mezinkirina têkoşîna xwe bi domînin. Li dijî bandorên polîtîkayên şer li ser jinan em ê bi hevre dengê xwe bilind bikin. Îro li vêderê ji bo mafê hemû jinan û azadiya Pexşan Ezîzî bi awayek bi hêz em dengê xwe bilind dikin. Em tu caran dest jî parastina mafê jiyanê yê jinan û têkoşîna wekhevî û azadiyê bernadin.”