Ji bo pêşwaziya 8`ê Adarê Kobanê bi rengê jinan hat xemilandin
Jinên kantona Kobanê ji bo pêşwaziya Roja Jinan a Cîhanî bajarê xwe xemilandin. Jinan al, pankart û wêneyên jinan bi derbasgehên bajar, qad û kolanên sereke ve daliqandin.
Jinên kantona Kobanê ji bo pêşwaziya Roja Jinan a Cîhanî bajarê xwe xemilandin. Jinan al, pankart û wêneyên jinan bi derbasgehên bajar, qad û kolanên sereke ve daliqandin.
Kobanê- Bi nêzikbûna 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêzeçalakiyên di bin dirûşma "Em ê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin" dest pê kirin.
Di vê çarçoveyê de rêxistina Kongreya Star a herêma Firatê dest bi rêzeçalakiyan kir. Çalakiya destpêkê di çarçoveya xemilandina derbasgehên navçe û bajarê Kobanê bû, qad û kolanên sereke bi alên rêxistin û tevgerên jinan ên herêma Firatê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên têkoşerên jin û pankartan bû. Weke hat payîn dê sibê di 25`ê Sibatê de jî xemilandina kolanan berdewam bike.
“Weke jinên herêma Firatê me dest bi rêzeçalakiyên xwe kir”
Berdevka Kongreya Star Mizgîn Xelîl behsa çalakiyên xwe yên li ser asta kantona Kobanê kir û got: "Weke rêxistin û tevgerên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me dest bi çalakiyên 8`ê Adarê di bin dirûşma "Em ê şoreşa xwe biparêzin û axa rizgar bikin" kir. Di vê çarçoveyê de me weke jinên herêma Firatê dest bi rêzeçalakiyên xwe kir. Me îro derbasgehên bajarê Kobanê, kolan û qadên sereke bi reng, wêne, pankart û alên jinan xemilandin. Di vê çalakiyê de TEV-DEM, şaredarî, Desteya Jinan û Yekitiya Jinên ciwan jî beşdar bûn. Rêzeçalakiyên me berdewam dikin ku çalakiyên cur be cur ji şahî, semîner, çandina daran, belavkirina xelatan û hwd. dê werin lidarxistin. Em bi vê boneyê ji niha ve Roja Jinan a Cîhanê li tevahî jinan û Rêber Apo pîroz dikin."