“Ji bo pêşketina civakê divê jin di warê bîrdozî de xwe bi pêş bixin”

Komîteya Pirsgirêkên Civakî di çarçoveya Projeya Pêşxistina Şaredarî û Civakên Herêmî di Berpirsiyariya Civakî de însiyatîfa “Ber bi civakeke ku zêdetir beşdar dibe û zêdetir dipirse” da destpêkirin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Rêvebera çavdêriyê ya bi navê Xewla Aşûr got ku Komîteya Pirsgirêkên Civakê rê da jinan ku biryarê bidin û beşdarî plansaziya jêrxaneya bajêr bibin û gelek xizmet ji bo hêsankirina jiyana rojane ya jinan pêşkêş kirin, wek av, paqijî û gelek çalakiyên werzîşê.

Xewla Aşûr anî ziman ku komîteyek taybet ji bo jin û zarokan heye ku pirsgirêkên wan çareser dike û got: “Plansaziya me ya stratejîk û geşepêdanê heye û planek bi bandor heye ji bo beşdarkirina jinan di avakirina stratejîk de, bi taybatî projeya avakirina jêrxaneyê ku alîkariya jin û zarokan dike.”

“Ji bo berpirsyariyên civakî di aliyê bîrdozî de pêwîst e jin zêdetir hişyar bin”

Xewla Aşûr bal kişand ser pêwîstiya beşdariya zêdetir a jinan di plansaziya geşepêdanê de û da zanîn ku beşdarî ji bo gihandina biryarê û zanîna pirsgirêkên xwe, bi taybetî li taxên xizan ên ku xizmet lê kêm in gelek girîng e.

Ji aliyê din ve, Rêvebera Komeleya Xêrxwaziyê Semaher El-Mesrî got: "Ji bo berpirsiyariyên civakê ji aliyê bîrdozî ve pêwîst e ku jin hişyariya xwe bilind bikin da ku karibin li her derê bi berpirsyaran re derbikevin serî û ew bikaribin ji bo maf û erkên xwe yên ku ji wan re hatiye dayîn berpirsyar bin.”

Bi xebata xwe daxwaz kir ku jin di komîteyên taxan de cih bigrin

Samaher diyar kir ku wê bi xebata xwe daxwaza hebûna jinan di nava komîteyên taxan de kiriye, ji ber wê jî jin di her komîteyê de amade ne ku dengê hejmareke mezin ji xelkê bigihîjînin, ji ber ku jin dikarin pirsgirêkên li malê yan li derveyê wan bînin ziman.

Samaher El-Mesrî bal wiha domand: "Ji ber rewşa xirab û zêdebûna tundûtûjiyê ya dawî, jin bûne bargiraniya herî mezin, lewma pêwîstiya wan bi piştgirî û alîkariyê di hemû warên jiyanê de heye. Ji bilî bihêzkirina wan di warê aborî de. Di rêza yekem de ji bo ku ew bibin xwedî debara xwe ya aborî."

Endama Komîteya Berpirsyariya Civakî Amanî Afîfî jî wiha got: “Em rol û beşdariya jinan di hemû aliyên civakê de bi biryargirtin, berpirsyarî û planên stratejîk ber bi mekanîzma û rêbaza pêşxistina jinan ve bilind dikin. Di Komîteya Berpirsiyariya Civakî de pêwîstî û pêdiviyên jinan xistine lîsteya sereke."