Ji bo pêşîlêgirtina bandorên neyînî yê erdhejê xebat didomin

Endamên Heyva Sor a Kurd dan zanîn ku ew li hember erdheja ku ev du roj in rû dide tedbîran digrin û bang li gel kirin ku dema erdhêjê hîs bikin ji mal û avahiyan ber bi qadên vala ve, park û holên dibistanan ve derkevin.

Navenda Nûçeyan – Di 6’ê Sibatê de di demjimêr 4:14’an de li navçeya Bazarcix a bajarê Mereşê bi pileya 7,7 erdhej pêk hat. Erdheja rû da gelek bajarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat hîskirin.  

Heyva Sor a Kurdî û Rêveberiya Xweriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi riya daxuyaniyê ragihandibûn ku ew ji bo alîkarî û pêşwaziya mexdûrên karesata erdhejê ji bo amade ne. Li bajarê Qamişlo û navçeya Til Temir a Kantona Hesekê girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî Heyva Sor a Kurdî ji bo pêşîlê girtina encamên neyînî a erdhejek ku dibe pêk were kon veda û her roj gel hişyar dikin.

Li bajarê Qamişlo ji bo erdheje kon vedan

Heyva Sor a Kurdî li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina gel li stadyûma şehîdên 12’ê Adarê bi Koordîneya Rêveberiya Xweser, Şaredariya gel, Meclîs û Komînan kon vedan. Di konê de pêdiviyên jiyanî hatin bi cih kirin. Di heman demê de stadyûmên bajar ji bo pêşwazîkirina welatiyên ku ji bajarên din bên, amadekarî hatin kirin.

Endama Heyva Sor a Kurdî ya bajarê Qamişlo Nesrîn Hisênî ji bo amadekariya ku ji bo erdhejê kirine wiha got: “Me weke Heyva Sor a Kurdî tedbîrên girîng û awarte girtin, me li bajarê Qamişlo kon vedan, da ku bikarin şênî ewlekariya xwe biparêzin. Me pêdiviyên bijijkî li konan dabîn kir, ji bilî pêdiviyên xizmetguzariyê yên wek gerimkirin, betanî û sungeran, ji bo parastina tenduristiya gel û kadroyên bijîjkî jî dê bi şev ji bo parastina gelê bajêr amade bin.”

Nesrîn Hisenî ya anî ziman ku ew ji bo alîkariya bi gelê Helebê re tîmên alîkariyê şandine bang li gel kir ku ji bo encamekê neyînî ya erdheja ku dibe pêk were dernekeve holê bi hişyar tevbigerin.

‘Gel divê bi baldarî li hember erdhejê tevbigerin’

Li navçeya Til Temir a Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber çarxereya Şehîd Qendîl a ku dikeve ser rêya M4 a navdewletî, dest bi vedana konan ji bo pêşwaziya gelê ku di encama erdhejê de zirarê bibînin dikin.

Endama Heyva Sor a Kurdî ya navçeya Til Temirê Henûf Îbrahîm anî ziman ku ew ji bo pêşî lêgirtina bandorên neyînî ya erdheja ku dibe carek din pêk were dest bi xebatan kirine. Henûf Îbrahîm got ku gelê li hember şer dikarîbûn xwe biparêzin divê ku li hember erdhejê jî bi rengekî baş xwe biparêzin û got: "Li hember şerê ku ev 11 sal in li herêmê rû dide gel dikarîbûn xwe biparêzin û bihêztir bibin. Lê belê li hember erdhejê jî divê ku gel bi tedbîr tevbigerin û baldartir bin. Divê gel dûrî avahiyên bilind bikevin û berê xwe bidin parkan, qadên vala û holên dibistanan. Gelê me yê ku ewqas şer dîtiye têgihiştiye wê xeteriyê, ji lewra divê baldar bin. Heya ku ji destê me were, em ê bibin alîkar, lê divê gel bi xwe alîkariya xwe bike. Ev ne topeke an jî balafir in, erdhej e li gorî giraniya wê tevbigerin û xwe biparêzin."