Ji bo pêşîgirtina şîdetê, zagon bi tena serê xwe têr nakin
Di têkoşîna bi şîdeta li hemberî jinan de em niha di pêvajoyeke krîtîk de ne. Ji bo pêşîgirtina şîdetê, zagon bi tena serê xwe têr nakin. Cînayetên jinan ên her diçe zêde dibin, nîşan didin ku divê hikumet û civak tedbîrên lezgîn bigrin.

*MÛNA TÛKA
Di nava vê meha dawî de li bajarên cuda yên Libyayê du bûyerên cînayetê yên pir bi xof û sosret qewimîn. Du jin ji aliyê kurên xwe ve hatin qetilkirin. Van bûyeran, nîşan didin ku divê em li ser sedemên şîdeta nava malbatê ya li Lîbyayê zêde bûye, bi taybetî şîdeta li dijî jinan lêpirsîn bikin.
Mixabin di sûcên wiha de hincetên weke tiryak an jî alkol nîşand didin lê ev mînak tenê aliyekî mijarê ye. Di civaka me de şîdeta li dijî jinan, ji ber sedemên çandî û civakî çêdibe. Feraseta paşverû ya ku jinan bêhêz, mêran jî bi hêz dibîne; dibe sedem ku şîdet asayî were dîtin an jî carna mafdar tê nîşandan. Ev şîdet li dijî jin, dayik an jî hevjîn jî be, meşrû tê dîtin.
Parastina sûcdaran cesaretê dide
Dema ku van sûcan tên kirin, yek ji hincetên ku her dem tê nîşandan jî îdiaya qurban kiryar “tehrîk kiriye” yan jî tê gotin ku cînayet bi armanca parastina namûsê ye. Hincetên wiha, ji bo kujeran dibin sedem ku ji ceza rizgar bibin. Li Libyayê tevî ku zagonên bi armanca parastina jinan ketine meriyetê jî di pêkanîna van zagonan de kêmasî hene û di bûyerên şîdeta nava malê de gelek caran tişta pêwîst nayê kirin.
Divê ku ev cînayet weke bûyerên şexsî neyên nirxandin. Bi van bûyeran nakokiyên kûr ên di pergala civakî û hiqûqî de diyar dibin. Ji bo pêşîgirtina şîdeta nava malê ya li dijî jinan, reformên zagonî şert in. Divê ji bo kesên van sûcan dikin cezayên giran werin dayîn lê divê were zanîn ku zagon bi tena serê xwe têr nakin. Ji bo ku feraset û têgihîştinên şaş ên der barê rola jinan de di nava civakê de biguherin divê kampanyayên berfireh ji bo şiyariyê werin lidarxistin. Divê zarok bi çanda wekheviya jin û mêr werin mezinkirin.
Bi guherîna feraset û têgihîştinên şaş di nava civakê de aramî û ewlehî çêdibe
Ger em dixwazin ji bo jinan civakeke bi ewle ava bikin; divê destpêkê em feraset û têgihîştina civakî ya heyî biguherînin. Divê em li ber nifşên nû hîn bikin ku divê şîdeta li dijî jinan tu carî neyê pejirandin, bi tu hincetek, cînayet an jî êrîş mafdar neyên nîşandan.
Her wiha, ji bo jin li nava malê û li her derê, werin parastin divê mekanîzmayên hiqûqî û ewlehî zêdetir û baştir bibin.
Di têkoşîna bi şîdeta li hemberî jinan de em niha di pêvajoyeke krîtîk de ne. Cînayetên jinan ên her diçe zêde dibin, nîşan didin ku divê hikumet û civak tedbîrên lezgîn bigrin. Van bûyerên trajîk, careke din bi bîr dixin ku divê civak û dewlet, ji bo dawî li şîdeta li ser jinan bînin gavên şênber bavêjin.
Di encamê de ez dixwazim bibêjim ku pêşîgirtina şîdeta li ser jinan, ne tenê peywira kesan, a hemû civakê ye. Ji saziyên dewletê bigre, heta rêxistinên civaka sivîl divê her kes di vê têkoşînê de cihe xwe bigre. Divê jin di nava civakeke ku rêzê nîşanî wan dide û dikarin di nava ewlehiyê de bin bijîn.
*Rojnamegera Lîbyayî