Ji bo pejrandina pêşnûmeqanûna parastina malbatê ji şîdetê hewldan tên kirin
Navenda Ragihandina Civakî, ji bo piştgirîkirina qebûlkirina pêşnûmeqanûna parastina malbatê ji tundiyê rûniştineke guhdarîkirin û hesabpirsînê li dar xist. Di civînê de nûnerên her du wezaretan ji Xezayê û Şerîeya Rojava amade bûn.
NEXEM KARACA
Xeza- Rûniştina ku 28’ê Adarê hat lidarxistin, pirsek ji amadebûyan li ser hewldanên wezaretên karûbarên jinan û geşedana civakî di piştgirî û pesendkirina projeya zagona parastina malbatê ji tundutujiyê û hemahengiya di navbera her du aliyan de kir. Ji bo hişyarkirina civakê li ser girîngiya hebûna qanûnek ji bo parastina malbatê ji tundutujiyê.
Bi projeyê dê warê parastina mafên jin û ciwanan xebat werin kirin
Rêvebera Navenda Ragihandina Civakî Andalib Adwan di destpêka axaftina xwe de ji ajansa me re wiha got: "Ev rûniştinek ji bo berpirsyariya xebatên Wezareta Jinê û Wezareta Pêşketina Civakî ya ji bo derxistina zagona parastina malbatê ji tundiyê pêk hatiye. Rûniştin di çarçoveya projeya seferberkirina medya û civakê de ji bo zêdekirina gihandina edalet û ewlehiyê ya jinan li Xezayê pêk hat û ev salek e tê meşandin û dê heya sala bê jî berdewam bike.”
Andalib Adwan bal kişand ku dê projeyê ji bo avakirina kapasîteyên hiqûqnas, pisporên medyayê û çalakvanan di warê parastina mafên jinan û ciwanan de amade bikin. Ji bilî dayîna zanyariyan li ser mafên navneteweyî û herêmî, peymanên mafên jinan û bidestxistina şarezahiyên wek nivîskariya di rojnameyan de, amadekirina naveroka elektronîk û amadekirina rahêneran xebitî. Ji bo ku ciwan bikaribin naveroka medyaya mafên mirovan a ku têgînên zayendî, edalet û wekheviya mafên jinan li ber çavan bigrin amade bikin.
Andalib Adwan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Çalakiya îro di encama vê projeyê de tê. Ev jî ji bo ciwan û xebatkarên çapemeniyê derfetek e ku ji bo karûbarên jinan û Wezareta Pêşketina Civakî berpirsyar bin. Çima heta niha Zagona Parastina Malbatê ji Tundiyê nehatiye pejirandin?
Pejirandna zagona parastina jin û malbatê ji tundiyê girîng e
Berpirsa Rêveberiya Giştî a Ragihandin û Peywendiyê di Wezareta Karûbarên Jinan Îlham Samî, rola Wezareta Karên Jinan a di pêşxistin û piştgirîkirina pêşnûmeya parastina malbatê ji şîdetê de diyar kir û wiha got: "Qanûna parastina malbatê ji tundutujiyê qanûnek pir girîng e ku hemû endamên malbatê diparêze û ne zagonaa cezakirinê ye. Wezaret hewl dide hevkariyê di navbera rêxistinên sivîl ên herêmî û navneteweyî de bike ku der barê pejirandina pêşnûmeqanûnê de pêwîstî bi rola temamker hebe.
Divê her kes destekê bide pêşnûmeqanûna parastina malbatê
Ji aliyê din ve Rêvebera Projeyan a li Navenda Ragihandina Civakî Xolod El-Sewalmeh wiha got: "Di çarçoveya berpirsyariya civakî ya ku ji Navenda Ragihandinê ya Civakî re hatiye spartin, em her tim bi pirs û peyamên xwe bi meyla berpirsyaran û rol û erkên wan li hember xwediyên mafan dikin. Me îro rûniştinek organîze kir ku rûniştineke taybet e ji bo rola koordînasyonê di navbera Wezareta Pêşketina Civakî û Wezareta Karûbarên Jinan de. der barê piştgirîkirina pêşnûmeqanûna ji bo parastina malbatê ji tundiyê li Filistînê
Xolod El-Sewalmeh di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku çalakî di çarçoveya projeyê de hatiye lidarxistin. Da zanîn ku ji bo seferberkirina medya û civakê ji bo zêdekirina gihîştina jin û zarokên keç ji bo dadwerî û ewlehiyê li Xezayê ku ji aliyê Rêxistina Jinan a Neteweyên Yekbûyî ve tê fînansekirin. Ev yek dê di çarçoveya bernameya hevbeş de ji bo piştgirîkirina serweriya qanûnê û ewlekarî be.