Ji bo mêrên Til Temir û Kobanê li ser 8’ê Adarê semîner hat dayîn

Bi diruşma "Em ê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin" yekemîn car e piştî 10 salên şoreşê semînera 8'ê Adarê ji aliyê mêran ve ji mêrên Til Temirê re tên dayin. Li Kobanê jî bi heman armancê ji xebatkarên mêrên nava saziyan re semînera ser 8’ê Adarê hat dayîn.

Kobanê/Hesekê - Şoreşa 19'ê Tîrmehê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bûye û di bin sîwana netewa demokratîk de gel bi hemû netew, ol û mezhebên xwe têdikoşin, êdî tovên têkoşîna wan roj bi roj mezintir dibe û berhem dide. Li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanê tevahî, yekem car di warê şoreşa jinê de mêr semînerên 8'ê Adarê didin mêran û serpêhatî û têkoşîna jinan ji nava dîrokê heya roja me ya îro vedibêjin. Di bin diruşma "Em ê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin" ku ji aliyê hemû tevger û rêxistinên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve ji 23'ê Sibatê ve hatiye destpêkirin û bi pêşengiya Kongreya Star li Kobanê û Til Temir a Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê semîner ji bo mêran hatin dayîn. Li Til Temir Semînera ku ji aliyê Endamê Komîteya Perwerdê yê Kantona Hesekê Ebdilrehman Hisên ve, li avahiya saziya malbatên şehîdan (SMŞ) hate dayîn. 
"Berhemê têkoşîna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê mezin dibe"
Ebdilrehman Hisên di destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li tevahî jinan pîroz kir û wiha domand: "Roja 8'ê Adarê ji valahiyekê nehatiye heman wextê jî ne bi hêsanî ye ku jin îro gihiştine vê astê, tovên ku ji NewYork hatin reşandin berhemê wê li ber çavan e. Ew 130 jinên kedkar ku bûn qurban, îro jinên welatên din tola wan hiltînin, daxwaz û xeyalên wan pêk tînin. Çalakbûna jin û mêr bi hev re wekî madeyên zanistî û kîmiya ne, hev dû temam dikin. Ji lewra jin jî îro xwedî vî maf û erkî ye ku hebûn û xwebûna xwe biparêze. Heman wextê de jî edyolojiya ku Rêber Abdullah Ocalan diyarî jinê kir, armanc jê ew bû ku jin wekî ku hebû dîsa xwe ji nû ve ava bike û hebûna xwe biparêze û şoreşa ku destpêkiribû di nava dîrokê de bidomîne û ji nifşên nû re wekî mîrateyekê bihêle. Rêber Ocalan jî dibêje; ger jin rizgar nebe civak jî rizgar nabe. Ji lewra pêşketina civakê tu bixwazî nexwazî bi jinan re girêdayî ye."
"Jin jî dikare mûcîzeyan biafirînin"
Ebdilrehman Hisên got tecrûbeya tevgera azadiyê da diyarkirin ku jin jî wekî mêr dikare mûcîzeyan biafirîne û wiha dirêjî da gotina xwe: "Tevgera azadiyê û rêxistinên jinan jî hemû fikr û edyolojiyên ku hebûna jinan tune dike her wiha jin tenê wekî karekter pênase dikin, hemû şikand û rastiya jinê bi xwebûyîna xwe derxist pêş. Bê guman ev êrîşên ku li dijî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tê kirin, li ser şoreşa jinê û destkeftiyên wan e ku ji hemû jinên cîhanê re bûye cihê îlhamê. Ji lewra divê ku îro fermandartî, rêveberî û berhemên ku jin li ser asta diplomasî, leşkerî û aborî û gelek aliyên din de avadike were qebûlkirin ku jin e a ku ev serkeftin bi dest dixe. Ji ber ku hişmendiya baviksalarî heya roja îro jî vê yekê qebûl nake û ya rastir naxwaze ku fêm bike jin gihiştiye çi astê û divê ku çawa bi jinê re danûstendinan bike."
"Jin û mêrê azad dikarin bûyerên qetilkirin û tundiyê çareser bikin"
Ebdilrehman Hisên da bibîrxist ku ger jin û mêr ji guherîn û veguherînê re vekirî bin wê bûyerên qetilkirinê û tundiyê jî bi dawî bibin û wiha pêl da gotina xwe: "Bi dehan pirsgirêk hene ku civakên me pêre rû bi rû dimînin. Da ku ev pirsgirêk werin çareserkirin bê guman divê ku jin û mêr ji guherîn û veguherînê re vekirî bin. Fêmkirina van pirsgirêkên civkaî û lêkolînkirina wê jî wê encamên baş bi xwere bîne û hebûna hevdû jî qebûl bikin. Yên ku dibêjin jin nikare tiştekî bike, bila ji bîr nekin di serdemên berê de û di îpratoriyan de jin bijîşk bû. Gelek mînakên jinan hene ku di aliyê zanistî, kîmya û fîziya de cihgirtine hene. Sîstemên desthilatdar êdî jinan wekî mûteyekê derdixin pêş û dixwazin ku mêran ji vê yekê têr bikin, di vir de mirov pê dizane ku jin bi çi şer û hişmendiyê re rû bi rû dimîne. Şoreşa ku em îro di nava de jiyan dikin, şoreşa jinê ye û sîstema hevserokatiyê jî vê gotinê piştrast dike. Em di serdema 21'an de dijîn, hemû derfet nav destê me de ye û divê ku ev pirsgirêkên hişmendiyê û civakî bi rengekî aşîtyane were çareserkirin. Bûyerên qetilkirin, lêdan û tundiyê bi tundiyê re nabe ku were çareserkirin. Pirsgirêk û şerê di nava jin û mêr de hîn didome û dibe ku dirêj jî bike ji ber mesele meseleyeke hişmendiyê ye ne ku bi rojekê ango du rojan çareser bibe. Wekî Rêber Ocalan jî gotî pirsgirêka îro pirsgirêkeke civakî ye, bi demekê nayê çareserkirin, têkoşîneke hevpar pêwîst dike." 
Kobanê
Rêxistina Kongreya Star ya herêma Firatê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi wesîleya 8`ê Adarê Roja Jinên Cîhanê semînerek ji bo endam û xebatkarên mêr yên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî birêxstin kir. Semînera ku li hola navenda Çand û Hûnera Baqî Xido hat li darxistin bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Paşê cîgira Rêvberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Weysî axivî.
“Bi bêbandorkirina jinê re çavkaniya jiyanê hatiye tûne kirin”
Emîne Weysî balkişand ser dîroka têkoşîna jinan û wiha domand: "Di meha Adarê de têkoşîna jinê hat dîtin, naskirin û pejirandin. Di vê 8`ê Adarê de hat teqezkirina ku doza azadiya jin heye û ji bo wê têkoşîn pêwîst e. Jin hîmê bingehîn yên civakê ye, lê mixabin ku bi hezaran sale jin bi tunekirin, tundî, înkar û qirkirinê re derbas dibe. Di tevahî pergalên cîhanî de yek reng, al, ziman, ol û nijdar tê pejirandin, ev yek ji me re diyar dike ku jiyan bûye yek alî û bi hişmendiya zilam dimeşe. Xwedayê Yezdan em herdû zayend weke hev afirandin, lê ji me re negot ku nasnameya zilam cudatir e ango dest û lingên wî zêdetir in. Ji ber vê rastiya civakî bi vî rengî hatiye berovajî kirin û çavkaniya jiyanê hatiye tûne kirin."
Emîne Weysî di domandina axaftina xwe de wiha got: "Pêşektinên di warî hişmendî de ku em weke Kurd behsê dikin, di encama van 10 salên şoreşê de pêk nehat. Ev yek bingehekî xwe yê bihêz heye ku bi avabûna Tevgera Azadiyê re destpê kiriye. Em nava vê şoreşê de hewil didin ku pîvanên mirovahî û civakê biparêzin, ji lewra em bê navber têdikoşin. Heger zilam difkirin ku ew dikarin bi tenê vê şoreşê bi rêve bibin, ev nêzikatî gelek şaş e. Ji ber ku ev jiyana li ser du zayendan dimeşe, ji ber vê tewazina gerdûnê jî bi vî rengî xirab dibe. Ji bo vê divê ku zilam jin nas bikin, pê bawer bin û bipejirînin. Ev tişt ji bo jinan jî derbasdar e, bi hezaran sale ku pergal ji bo asîmelekirina jin dixebite, ji bo vê jin tenê weke fîzîk maye ku vîn, nasname, hizir, deng û rengê wê nemaye. Ev 40 sal e ku em weke Kurd têkoşînê li hember van xalên ku me anîn ziman kir. Rêber Apo dibêje dema ku jin xwebirêxistin bike, bibe xwedî vîn, nêrîneke azad û pirsgirêkan çareser bike, wê têkoşîna me bi serkeve." 
Cîgira Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Weysî bi van gotinana dawî li axaftina xwe anî: "Têkoşîna me ji bo cîhanî sembol e û pergala me bûye model. Di vê pirojeyê jinan bi dijwarî têkoşîn kirin ku li dijî hişmendî û kevneşopiyên paşverû serî hildan. Hişmendiya serdest dibêje ku jin nikare siyasetê bike, nikare bibe şervan û jineke diblomatîk, lê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev gotin vala derxist. Em weke jin bûn siyasetmedar, hevserok, şervan, rêveber û hwd. Bê guman ev destkeftiyên gelek binirx û cihê kêfxweşiyê ne. Lê heber vê pergalê êrîşeke dijwar jî heye, ji ber vê divê ku jin û mêr li gel hevdû bikarbin civakê sererast bikin û li dijî van êrîşan destkeftiyên xwe biparêzin." 
Semîner bi siloganên "Jin jiyan azadî" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.