‘Ji bo mayîndekirina şoreşa jinan em biryardariya xwe didomînin’

Endama Koordînasyona Kongra Star Macîde Hesûn di 4’emîn salvegera komkujiya Helincê de got: “Li dijî qetilkirin û qirkirina li ser jinan, em ê weke rêxistina Kongra Star pêşengiya têkoşîn û serkeftinê bikin û ji bo hemû jinan bibin palpişt.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Rêxistina Kongra Star ku xwe li Rojavayê Kurdistanê ji Çileya 2005’an de bi rêxistin kiriye, îro weke rêxistineke sereke ya jinan tê destgirtin, nûnertiyê ji pergala konfederalîzma jinan a demokratîk re dike.

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku di gelek qadan de bû çavkaniya geşbûn û ronahiyê, ji bo jinan cuda tê nirxandin. Di dirêjahiya dîrokê de tu şoreşên ku weke şoreşa jinan werin birêxistinkirin nehatine jiyîn, rast e di nava gelek serhildanan de jinan dih girtiye û heta pêşengî jî kirine lê dîsa jî ne ji bo xwebûna wê bûye. Ev rastiya dîrokî, li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye berovajîkirin ku di pêkanîna pergala xwe de azadiya jinan bingeh digre. Di vî warî de pêşengî û serkêşiya van destkeftiyan rêxistina Kongra Star dike ku di dirêjahiya 19 salan de jinên ji hemû pêkhateyan hembêz kir û anîn gel hev. Lewre di navenda êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Kongra Star heye ku bi hedefgirtina endam û rêveberiyên wê şoreşa jinan tê armancgirtin. Komkujiya ku di 23’ê Hezîrana 2020’an de li bajarê Kobanê yê kantona Firatê pêk hat, polîtîkayên dewleta Tirk ên li dijî rêxistinên jinan nîşan dide.

Destpêk Helinc bû

Endama koordînasyona Kongra Star a kantona Firatê Macîde Hesûn da diyarkirin ku êrîşên dewleta Tirk bi komkujiya Helincê re sînordar nemane û got: “Komkujiya Helincê yekemîn êrîşa bi balafirên bê mirov bû li ser jinan di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bû. Di vê êrîşê de têkoşîn, berxwedanî û pêşengiya jinan ji şoreşê re armanc bû ku ev di hedefgirtina kesayetên di vê komkujiyê de xwe dide der. Têkoşer Zehra Berkel ku ew jî hevala me ya koordînasyona Kongra Star bû di xebat, pêşxistin û parastina jinan de roleke girîng lîst. Her wiha Hebûn Mele Xelîl û Yadê Emîne jî di qadên xwe de erkên xwe anîn cih. Polîtîkayên dewleta Tirk ên li hemberî jinan bi vê  komkujiyê re sînordar neman, di van salên dawî de bi dehan komkujiyên ku bi taybetî jin hatin hedefgirtin, pêk hatin.”

 ‘Modela jiyana li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê hedefgirtin’

Şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê niha di civaka navdewletî de, weke modela jiyana nû tê pênasekirin. Bi taybetî jî ji bo jinên ku dixwazin azad bijîn û çareseriyê nabînin, dikaribûn hebûn û xeyalên xwe di nava vê şoreşê de bibînin. Macîde Hesûn di vê der barê de wiha dibêje: “Sedema ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk ve tên qetilkirin, destkeftiyên wê ne. Jinên di nava şoreşê de dikaribûn di her warî de şoreşan ava bikin û pêşengiya guhertina pergala serdest bikin. Bi taybetî jî di pêvajoya êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de, jinên di tunekirina çeteyan de rola herî sereke lîstin ji tevahî cîhanê re bûn sembola berxwedanê. Her wiha modela jiyanê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pratîkê de tê jiyîn bala gelek kesan kişand ku serdana wan ji van deveran re pêk hat û di rastiyê de dîtin. Heta jinên femînîst jî destekeke mezin dan jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û vê şoreşê. Di demeke ku şoreşa jinan sînorên ewqas welat derbas kiriye de, bêguman wê dewleta Tirk nepejirîne ku destkeftiyên ewqas bi bandor pêk werin û ew jî bêdeng nemîne.”

‘Têkoşîna me hatiye taysandin û dê bi ser bikeve’

Macîde Hesûn destnîşan kir ku êrîşên pêk tên, jinan bihêz dikin û îsrara serkeftinê misoger dikin û got: “Dewleta tirk navenda vê şoreşê armanc digre da ku pêşketinên wê jî lewaz û asteng bike. Li hemberî vê yekê, di her derfetê de jinên ji şoreşa xwe bawer, bersivên mezin didin hewldanên qirkirinê. Êrîşên dewleta Tirk heta niha jî bêbersiv nemane, em bawer dikin ku di her gavê de ango qezenckirina destkefiyeke nû, tola jinan digrin û polîtîkayên dewleta Tirk berovajî dikin. Serhildana jin, jiyan, azadî ya Rojhilatê Kurdistanê ji bo tevahî hêzên hegemon îsrara jinan a guhertina pergal û hişmendiya heyî da diyarkirin. Têkoşîna jinên Kurd xelek bi xelek li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê diteyse. Bi vê rêxistinbûnê, berxwedanî û têkoşînê em dibin bersiva hişmendiya heyî.”

Dijmin pir in lê biryar yek e

Macîde Hesûn di salvegera 4’emîn a komkujiya Helincê de peyama jinan wiha bilêv kir: “Me behsa kiryar û faşîzma dewleta Tirk kir lê di vir de ne ku em pênaseya pergala dewletekê dikin. Belê hêz cuda ne lê hişmendî û pergala li ser jinan û civakan pêk tên heman in. Hemû jî xwe dispêrin ew hişmendiya hegemon, netew-dewlet û baviksalar ku xwe li ser tunekirina gelan mayînde dikin. Li Filistîn, Sûdan, Okrayna û bi giştî welatên di nava şer û pevçûnan de ne, herî zêde jin bi bandor dibin. Li her deverê ev pergal jinan qir dike lê rêbazên wê ji hev cuda ne.

‘Divê jin yekîtiya xwe bihêz bikin’

Çawa ku ev hêz li dijî şoreşa me dibin yek divê weke jin em yekitiya xwe bihêz bikin. Bi taybetî bangewaziyên jinan bûyîna parçeyek ji vê şoreşê, weke jinên bajarê Siweydayê yê Sûriyeyê di vê pêvajoyê de girîng e. Em jî weke Kongra Star di 4’emîn salvegera komkujiya Helincê de vê yekê dibêjin; em ê weke jinên Kurd li hemberî êrîşên heyî serî netewînin û dest ji doza xwe bernedin. Li dijî qetilkirin û qirkirina li ser jinan, em ê weke rêxistina Kongra Star pêşengiya têkoşîn û serkeftinê bikin, ji bo hemû jinan bibin palpişt. Îsal helwesta me ya li hemberî qirkirina jinan wê cuda be dê ev yek di pratîkê de diyar bibe.”