Ji bo jinên Morîtanya ji taksiya bi ewle heya hunerên xweparastine sepanan pêş xist

Dioully Oumar Diallo fikirî ku ew dikare ji bo xwişkên xwe çi bike û di nav hezar astengan de gelek rêyên derketine dît. Ew ji sepana taksiya bi ewle bigire heya parastina fizîkî gelek sêpan ji bo jinan pêş xist.

Navenda Nûçeyan -  Dioully Oumar Diallo li Morîtanyayê ku yek ji civakên herî muhafezekar ê cîhanê ye, ji jinan re dibe alîkar ku ewlehiya xwe li destên xwe bigrin. Dioully, ji bo bikaranîna taksiyan ji jinan bi ewletir be sepanek bêpere ya telefonên biaqîl ya bi navê Taxi Secure pêşxist. Piştre tevî çanda feodal a serdest ji jinan re qursên hunerên xwe parastinê avakir.

Dioully Oumar Diallo, piştî ku li Senegalê wekî endezyarek telekomê mezûn bû, di sala 2013’an de ji bo vegere mala xwe Morîtanyayê ket tevgerê. Sala ku vegeriya, piştî ku hewaya civakî ya li welêt, jinên ku rastî tecawiz, îşkence, kuştin û revandinê hatin, gelek tengav bûbûn.  

Dioully di hevpeyvînek berê ya bi AFP’ê re wiha digot: "Xwişkên min ên piçûk yên diçûn dibistanê hebûn, ez bifikar bûm, dayika min bifikar bû. Bi rastî ez neçar bûm ku tiştek bikim.”

Sepan pêşxist

Di sala 2015’an de sepana Ttaksiya bi ewle avakir. Serlêdan rê dide taksiya ku siwar dibin  li gorî plaqeya nas bike, "dema hîs dike şofêrê taksiyê ber bi cîhek din ve diçe peyamek hişyariyê bişînin" û dabîn dike ku cihê wesayitê bi awayekî erdnîgarî eşkere bike.  Lê Dioully salek şûnda, bandora sînordar ya sepanê ya li welatek ku her kes ne xwedî têlefonek biaqîlê ferq kir.

‘Pencên xwînxwaran’

Dioully gav bi projeyek nû ya bi navê "Rim Xwe Parastin” were zanîn avêt. Armanca projeyê ew bû ku ji bo têkoşîna li dijî êrîşa zayendî perwerdehiya fizîkî bide jin û jinên ciwan. Dioully wiha dibêje: "Divê ji jinan re derfet bê dayîn ku bibin dabînkerê ewlekariya xwe bibin, bêyî ku li benda rizgarbûna ji aliyê rêwiyan ji rê derbas dibin, bi tena serê xwe "pencên xwînxwaran" dûr bixin."  Komeleya Dioully zivirî sepînerên spora xwe parastinê ya jinan ku di civaka jiyan dike de kêm e  û berê xwe da perwerdekirina jinan ku jêhatîbûna xwe bigihîne jinên din. Navendên perwerdehiyê bi demê re, veguherî cihên ku jin ramanên xwe parve dikin û li ser mijarên hesas ên wekî zewaca bi awayê xwezgîniyê û sinetkirina jinan hişmendiye ava dike. Dioully li Morîtanyayê ji bo "dawîkirina bêcezatiya sûcdarên zayendî" kampanyayek da meşandin.

Daxwazên jinan hatibûn redkirin

Di sala 2017 û 2018'an de ji aliyê parlamentoya Morîtanyayê ve Pêşnûmeyek ji bo tundkirina cezayên destavêtinê û sûc nîşanda tacîza zayendî du caran hate redkirin. Wekîlan, "nerehetiya xwe" ji bo têgeha "zayend" hîs dikin anîn ziman, ew ji çanda neteweyî re xerîb dîtin û mafê jinan ê ku bêyî destûra hevserê xwe rêwîtî kirine red kirin. Meclîs her wiha qebûl nekir ku rêxistinên sivîl ên ku alîkariya mexdûran dikin bikaribin di dozên qanûnî de bibin aliyên sivîl.

Werger: JINHA