‘Ji bo jinên li gundewarên Mexribê pêdivî bi bernameyên pêşketinê heye’

Seroka Komeleya Jinan a Avolkî ya 25 sal berê li Eyaleta Al-Huz a Mexribê hat avakirin Zahraa Ed Alî, da zanîn divê bi taybetî ji bo jinên ku li herêmên gundewarî bi awayekî îzole dijîn bernameyên pêşketinê bên zêdekirin.

RAJA KHAYRAT

Marakeş – Komeleya Jinan a Avolkî ya di sala 1999’an de ji aliyê komek jinan ve li eyaleta Al Huz a Mexribê hat damezrandin, ji bo eşkerekirina jêhatibûnên jinan ên di qadên cuda de piştgirî dide. Komeleya ku ji bernameyên xwendin û nivîsendinê heta projeyên pêşketinê ji bo bihêzkirina jinan xebat didomîne, armanc dike rola jinan di civakê de jî pêşbixe. Komele, hewil dide bi taybetî li eyaleta Al Huzê şert û mercên jinên li herêmên gundewar bi piştgiriya perwerdeyê baş bike.

'Nêrînên jinan guherî'

Aktîvîsta mafên mirovan û seroka komeleyê Zahraa Ed Alî, der barê xebatên komeleyê de ji ajansa me re axivî. Zahraa Ed Alî, da zanîn dema komele nû hat damezrandin, ji bo jinên li herêmên gundewar fêrî xwendin û nivîsandinê bikin xebat meşandine û diyar kir piştre fêmkirinê ku ji bo eşkerebûna jêhatibûnên jinên li herêmên gundewar bi aweyekî îzole dijîn, divê ji aliyê aborî ve bên bihêzkirin. Zahraa Ed Alî, diyar kir di salên ewil ên komeleyê de gelek zehmetiyan jiyankirine û wiha got:

“Destpêkê ev kar hêsan nebû. Em bi taybetî jinên li herêmên gundewar îqna kir rolên wan ne tenê li malê mayîn, zarokan xwedîkirin û bicihanîna hin erkên kevneşopî ye û têkildarî vê yekê xebatên cuda meşand. Ji bo pêwendiyê gelek derî hatin vekirin. Me ji bo jinan projeyên aborî pêşxist û balkişand li ser girîngiya bihêzbûna aborî. Nêrîna jinan guherî. Jinên tevlî atolyeyên perwerdeyê bûn, jêhatibûnên xwe pêşxistin. Ji bilî dersên xwendin û nivîsandinê der barê çandinî û ajaldariya mirîşkan de jî perwerde hat dayîn."

'Ji bo pêşketina rast alîkariya mirovî netêrker e’

Zahraa Ed Alî, karesata li herêmê ya piştî erdhejê bibîrxist û destnîşan kir ku ji bo avakirina pêşketina aboriya rast û beşdarbûna jinan a vê pêvajoyê, tenê piştgiriya madî û alîkariya mirovî netêrker e. Zahraa Ed Alî, wiha got: “Me ji bo avakirina zêdetirî 800 komele û kooperatîfan xebat meşand. Me pêwîstiyên bingehîn ên wek gihandina perwerdeyê ya zarokên herêmê, gihandina ava vexwarinê û qîrkirina rêyan bicihanîn.”

‘Beşdarbûna jinan zêde bû’

Zahraa Ed Alî da zanîn ji roja damezrandina komeleyê vir ve armanca wan eşkerekirina potansiyela jinan û bihêzkirina jinan a di warê aborî de ye û wiha got:

“Ger baweriya di navbera me û jinan de nebûya… Tê bîra min dema destpêkê me serdana gundan dikir, me bi tenê mêrên li gundan re hevdîtin dikir. Jin jî li pişt derî xwarin û vexwarin didan me, lê bi demê re beşdarbûna jinan zêde bû. Ya herî girîng jî jinên gundewar a ji îzolasyonê derxin û teşvikê azadiyê bikin. Me jêhatîbûna wan pêş xist û wan teşwîqê projeyên aborî kir.”

'Ji bo zarokên keç ên li herêmên dûr dibistan hate vekirin’

Zahraa Ed Alî, anî ziman ku jinan teşwîqê pêşketina herêmî dikin û bernameyan avakirina derfetên kar li dar dixin û da zanîn qonaxa herî girîng a pêşketinê perwerde ye. Zahraa Ed Alî, diyar kir ku zarokên keç ên nikarin biçin dibistanê tên zewicandin û da zanîn ji bo çareseriya vê pirsgirêkê dixebitin. Zahraa Ed Alî, anî ziman ku zarokên keç ên li herêmên dûr dijîn ji ber ku dibistan nîne nikarin bixwînin û ji ber pirsgirêkên stargehbûnê nikarin biçin dibistanên din û diyar kir di sala 2001’an de ji bo zarokên keç li Tahanaout a paytexta Al Huzê dibistanek avakirine. Zahraa Ed Alî, da zanîn hewil didin ji bo perwerde ditîna zarokên keç pirsgirêkên stargehê çareser bikin û diyar kir biryargirtinê hejmara malên li eyaleta Huzê zêde bikin.

'Me damezrandina malên welidînê pêkanî’

Zahraa Ed Alî, diyar kir ku wek komele di sala 2008’an de li eyaletê damezrandina malên welidînê misogerkirin û wiha got:

“Malên welidandinê jinên ducanî qebûl dike. Di dema ducanî û piştî vê xizmetên tenduristî yên pêwîst misogerkir, rêjeya mirinê ya di nava jinên ducanî yên ji ber rê û rêyên çiyayî yên zehmet nikarin biçin nexweşxaneyên heremê de kêm kir û ji bo jinan şert û mercên tendurist ên baş misogerkir. Komeleya Jinan a Afokî jî beşdarî vê projeyê bû. Bi hewildanên hevpar ên saziyên mafên mirovan û pêşketinê, piştgirî da projeyên pêşketinê yên li eyaleta Al Huzê.”

'Kooperatîfên jin hewceyê piştgirî ne’

Zahraa Ed Alî, da zanîn bi taybetî piştî erdheja li herêmê pêkhat, zêdetirî 40 kooperatîfên jinan hewceyê hevgirtina civakî û piştgiriya aborî ne û banga pêkanîna polîtîkayek kêmkirina newekheviyên civakî, teşwîqkirina destpêkirina projeyên razemenî û beşdarkirina jiyana kar a ciwanên li herêmên xwedî çavkaniyê xwezayî kir.

Zahraa Ed Alî, da zanîn divê li qadên tûrîzm jî razemenî bên kirin, ji bo hin herêmên ku bi temamî îzole dijîn û herêmên dûr ên gihandina wan zehmet piştgirî bê dayîn û ji bo jinên li herêmên gundewar bernameyên pêşketinê bên zêde kirin.”