‘Ji bo jinên ku çavên wan nebînin divê alfebeya Braille were belavkirin’

Seroka Komeleya Koran a Navneteweyî ya Dar Nabia Nabîla Îsmaîl diyar kir ku ji bo jinên ku çavên wan nabîne bikaribin pirsgirêkên xwe bînin ziman û beşdarî hemû qadên jiyanê bibin divê alfabeya Braille were belavkirin.

NAZÎHA BOUSSÎDÎ

Tûnis- Li Tûnisê di sala 2020’an de Komeleya Koran a Navneteweyî ya Dar Nabila hat avakirin, der barê çareseriyên ji bo pirsgirêkên kesên ku çavên wan nabînin de, hem polîtîkayan diafirînin, hem jî projeyan bi pêş dixin. Seroka komeleyê Nabîla Îsmaîl ji ajansa me re axivî. Der barê pirsgirêkên jinên çavên wan nabîn de nirxandin kir.

‘Kesên ku çavên wan nabînin alîkariyê naxwazin’

Nabîla Îsmaîl da zanîn ku di têkoşîna jinan a li dijî tundiyê de zagona 58 ku xwedî ciheke girîng e tenê li ser kaxezê tê pêkanîn. Jinên astengdarên dîtinê, di dema serlêdanên der barê tundiya rast tên û tacîzê de rastî pirsên ‘hûn ji aliyê kê ve rastî tundiyê yan jî tacîzê hatine, we çawa ew nas kir’ tên û bi gotinên; “Jin bi xwe çavên wê nabînin wê çawa bizanibe kê êriş kiriye” bal kişand ku girîng e di vê qadê de erkdar hebin. Nabîla Îsmaîl destnîşan kir ku divê sazî û kesên ku serlêdanên astengdarên dîtinê digrin, di warê çawaniya tevgerê de perwerde ji wan re were dayîn û ev tişt got:

“Jinên ku çavên wan nabînin ji bo parastina xwe ji parêzerekê alîkarî naxwazin, kesek li kêleka xwe destê alîkariyê dirêj bike nabînin. Li navendên ewlehiyê, rapora ku erkdarên ewlehiyê nivîsîn ji ber ne bi alfabeya Braill e nikarin bixwînin.”

‘Em di wê hêviyê de ne ku alfebeya Braille belav bibe’

Nabîla Îsmaîl da zanîn ku weke komele ji bo alfabeya Braille li qadên taybet û civakî were belavkirin kampanya dane destpêkirin û wiha got: “Di daxuyaniya ji aliyê wezareta gihandinê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku wê alfabeya Braille belav bikin. Hêviyên me jî di vî alî de hene.” Nabîla Îsmaîl bal kişand ku der barê hejmara jin û zarokên keç ên çavên nabînin de tu îstatîstîkek tune ye û got: “Ev kes rastî binpêkirinên tundiya zayendî, devgî, aborî hwd. tên.”

‘Jinên ku çavên wan nabînin dikarin di siyasetê de cih bigrin’

Nabîla Îsmaîl bal kişand ku der barê kesên ku çavên wan nabînin de, di qadên werzîş, tendirustî û perwerdeyê de xizmetê didin û got: “Jinên çavên wan nabînin dikarin bibin namzed, cihê xwe di siyasetê de bigrin. Di her qadê de dikarin derkevin pêş û bi bandor bin. Bi piştgiriya madî û manewî dikarin kêrhatiyên xwe derbixin holê. Civak difikire ku ev kes li tu cihan nikarin bixebitin.”

Nabîla Îsmaîl bi bîr xist ku jinên çavên wan nabînin ji mafê xwe yê perwerdeyê jî bêpar hatine hiştin û wiha domand: “Li Tûnisê jinên ku çavên nabînin heta, asta seretayî û navîn dikarin perwerdeyê bibînin. Di zanîngehan de hejmara wan kêm e. Niha yên ku di Enstîtuya ragihandinê de dixwînin hene. Ji ber vê divê alfabeya Braille belav bibe. Di heman demê de em perwerdeyên hişyariyê didin malbatên ku zarokên wan astengdar in. Divê jin di her qadê de di asta rêveberiyê de rola xwe bilîzin.”