Ji bo jinên koçber dixebite: Pêdivî bi hewldanek mezintir heye
Kewser Mûwefeq ji Mexribê ye û li Cote d'Ivoire ya Afrîkayeyê bi cîh bûye, girîngiya parastina çand û adetên civaka xwe tîne ziman û dibêje: "Divê jinên koçber parastina çand û adetên xwe bikin û di nava civakên din de belav bikin."
HENAN HERÊT
Mexrib – Di dilê koçberiya jinên Afrîkayî ku erdnîgarî bi nasnameyê re dighêje hev û jinên koçber bi dijwariyên paşguhkirin û bêaramiyê re rûbirû dimînin. Çîrokên jinan ên hêvî û çalakiya kolektîf ji nû ve pênase dikin, derdikevin holê. Di nav wan de Kewser Mûwefeq aku karsazek Mexribî ye û li Cote d'Ivoire ya Afrîkayê rûdine jî heye. Kewser, parastina mîrata Mexribê ji bo bihêzkirina nasname û piştgirîkirina jinên koçberkiriye navgînek.
Peyama Kewser Mûwefeq sînoran derbas dike. Dema jinên li sirgûniyê li hev dicivin, fikra welat tê nûkirin û têla têkoşîna hevpar a pêşerojê ya ku jinan bi hev ve girêdide, xurt dibe.
‘Ji koçberiyê ber bi hêzbûnê ve’
Ew cara yekem li ser peywirek karsaziyek bi pargîdaniyek Mexribê re çû Cote d'Ivoire, bêyî ku niyet bike ku li wir bicîh bibe. Lê bi demê re, wê gav bi gav xwe di nav civakek ku di bin veguherînek aborî ya mezin de derbas dibe û destpêka hevkariyek bihêz a di navbera Mexrib û Cote d'Ivoire de vedihewîne. Kewser Mûwefeq li Cote d'Ivoire zewicî û bi adet û kevneşopiyên dûrî welatê xwe re jiyan kir. Ew bi demê re girîngiya hevgirtina di nava çandan de dît û nasnameya xwe di nava civaka Cote d'Ivoire de parast.
Kewser Mûwefeq projeya xwe ya 'Der El-Mexrib' ava kir. Bi riya wê hewl dide çanda Mexribê li Cote d'Ivoire nîşan bide. Kewsera ku bi cil û xwarinên gelêrî yên Mexribê dest bi projeya xwe kiriye, ev agahî dan: "Dema ku min biryar da dest bi projeyê bikim, min dizanibû ku ez ê ji ber hawîrdorên cûda yên çandî û aborî bi tengasiyên girîng re rûbirû bimînim. Yek ji tengasiyên herî mezin, peydakirina hilberînên Mexribê yên ku hewcedariya amadekirina xwarinên kevneşopî pê hene bû. Anîna van hilberînan a ji Mexribê jî bacên giran dixwaze, ev jî barê darayî yê zêde çêdike. Tevî van hemû dijwariyan jî, baweriya min a xurt hebû ku ev proje bi saya nirxên xwe yên çandî û mirovî wê biser bikeve. Daxwaza ji bo xwarinên Mexribê roj bi roj zêde bû, ev jî bû alîkar ku proje berdewam bibe."
‘Piştgiriya jinên koçber dike’
Kewser Mûwefeq ji medyaya dîjîtal gelek sûd girt da ku medyaya dîjîtal bibe xalek bingehîn a pêwendiyê ji bo jinên koçber ên Mexribê. Bi taybetî piştevaniyê dide jinên ciwan ên koçber bûne. Kewser Mûwefeq qala malpera xwe ya Instagramê kir û wiha got: "Bi riya rûpela xwe min destpêkê piştgirî da jinên ducanî yên li Cote d'Ivoire, bi taybetî jî yên ku di dîtina xwarinên Mexribê de zehmetiyan dikşînin. Xwarinên Mexribî ne tenê navgînek têrkirina xwestekan e. Ew parastina girêdana çandî û nasnameya Mexribê ya li derveyî welat e jî."
‘Bi riya medyaya dîjîtal alîkariya jinan dike’
Kewser Mûwefeq da zanîn ku bi demê re alîkariya wê ya ji bo jinan berfirehtir bû, ji ber ku ew rastî jinên ku pirsgirêkên hiqûqî û civakî dijiyan re rûbirû mabûn hatiye. Kewser destnîşan kir ku ev jî bûye sedem ku wê qada piştgiriya xwe ya dildar berfireh bike. Kewser Mûwefeq diyar kir ku gelek jinên ku di jiyana xwe de rastî zehmetiyan tên, hem di aliyê malbatî hem jî di aliyê hiqûqî de hewcedariya wan bi kesek heye ku şîretan li wan bike. Kewser wiha axivî: "Min dest bi şîretkirina li van jinan kir. Her wiha alîkariya wan ji bo fêmkirina mafên xwe yên qanûnî yên li welatên ku lê dijîn kir, da ku hawîrdorek bi piştgirî û ewledar peyda bikim ku dê alîkariya wan bike. Bi mijarên têkildarî zewaca bê belge ku mafên qanûnî yên dê û zarokên wê dixe xeterê re, eleqedar dibim."
'Divê komeleyên piştevaniya jinên koçber dikin bên avakirin'
Kewser Mûwefeq bal kişand ser girîngiya rola komeleyan a di piştevaniya jinên koçber de û wiha pê de çû: "Mixabin, li Cote d'Ivoire tu komele nînin ku girîngî bidin mafên jinên Mexribê yan jî Ereb. Ger komele û rêxistinên ku alîkariyê bidin van koçberan tunebin, em ê gelek jinên xwe yên ciwan winda bikin. Tiştê ji destê min tê ez bi dilxwazî dikim, lê hewcedariya me bi hewildanên mezintir heye.”
'Parastina çanda xwe di nav civakên din de bikin'
Kewser Mûwefeq bawer dike ku çand di avakirina pirên ragihandinê de di navbera civakên koçber û mêvandar de rolek girîng dilîze. Kewser bi vê baweriyê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ger jin beşek ji vê danûstendina çandî bin, ew ne tenê ezmûnên xwe yên kesane, her wiha mîrateyek dewlemend a adet û kevneşopiyan jî bi xwe re hildigirin ku dikare beşdarî pêşvebirina cihêrengiya çandî bibe. Tevî ku di hawîrdoreke pirçandî de dijîm, min nasnameya xwe ya çandî û olî parast. Di malbata xwe de ez bi ziman, ol û çanda xwe ve girêdayî bûm û min dixwest van nirxan li malê bihêlim. Banga min ji jinên koçber re ew e ku hîn bibin, bi sebir bin û bi israr bin. Bi zanîn û perwerdehiyê, hûn dikarin dijwariyan derbas bikin û jiyanek çêtir ava bikin."