Ji bo jinên astengdar projeya nû hat destpêkirin

Koleja Teknîk ya Filistînê, li Filistînê ji bo piştevaniya jinên ku xwedî hewcedariyên lênihêrîna taybet "Projeya Ji bo Hemû Kesê Perwerde” da dest pê kirin.

RAFİF ESLEEM

Xeza- Li gor daneyên Buroya Navendî ya Îstatîstîkan a Filistînê, li Filistînê hejmara kesên hewcedarê lênihêrîna taybet 93 hezar e. Ji van ji sedî 48 li Şerîa Rojava û ji sedî 52 jî li Şerîda Xezayê dijî. Ango ger ji sedî 2,1’ê nifûsê giştî zarokên dibin temena 18 salî pêkbînin,  ji sedî 20 jî kesên hewcedarê lênihêrîna taybetî pêktine.

Koleja Teknîk ya Filistînê, li Filistînê ji bo jinên xwedî hewcedariyên lênihêrîna taybet "Projeya Ji bo Hemû Kesê Perwerde” da dest pê kirin. Kolej, bi projeyê re armanc dike ku entegreyê jiyana perwerdeyê ya jinên astengdarên bihîstinê bike. Gelek jinên astengdarê bihîstinê, ji bo temamkirina perwerdeya xwe, pêşxistina jêhatîbûna xwe û li dijî astengiyên astengbûna xwe serî rabikin, tevlî projeyê bû.

Tenê yek pol…

Koordînatora Projeya ji bo Hemû Kesan Perwerde Aîsha El-Kurd der barê projeyê de, wiha got: “Proje ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve tê fînansekirin. Ji bo entegrekirina jin û zarokên keç ên astengdarê bihîştinê ji qada xwendina bilind re û pêşxistina jêhatîbûna wan hate dest pê kirin. Aîshe El-Kurd diyar kir ku projê bi Zanîngeha Kadoorie ya Şerîa Rojava, Urdun û zanîngehên din ên li welatên cuda yên Ewropayê re, ji bo tercûbeya ferdên astengdarên bihîstinê, bi mirovên din ên saxlem re entengrê kirina heman polê berfireh bike têdikoşê.

Aisha El-Kurd a da zanîn ku proje dê nêzî 3 salan bidome, dest nîşan kir ku gelek xwendevanên astengdarê bihîstinê dema dersê di pêkanîna erk û danûstandinê de, ji kesên din berpirsyartir in.

Xwendevan jêhatibûnên xwe pêşkêş kirin

Wergêra zimanê îşaretê Samah El-Helou diyar kir ku divê zimanê îşaretê jî mîna zimanên din were xwendin, ji bo hesankirina ezberkirina sembol, îşaret û hevokên ku naverok nîşan dide xebat meşandin û xwendevanan di tevahiya bernameyê de jêhatîbûnên xwe pêşkêş kirin.

Dixwazin projeya xwe bidin dest pê kirin

Ji beşdarên bernameyê Halîma Hemîda jî diyar kir ku li Şerîda Xezayê cara ewil projeyek pispor ku der barê keç û jinên astengdar pêkhatiye û ji ber vê yekê  beşdarî vê projeyê bûye. Halîma Hamîde diyar kir ku ji bo derbaskirina astengiyên ku di dema fêrbûna mijarên kompîtur, teknolojiyên agahî û îngilîzî yên ku divê bên hêsankirin û kurtekirin de, hebûna wergêra zimanê îşaret gelek girîng e. Halîma Hamîde, da zanîn ku dema ew beşdarî projeyê dibe difikirê ku weke dewreyên pîşeyî yên ku tên dayîn, dê ev jî bi dirûtinê re sînordar be, lê diyar kir ku projeyê perwerdeya zanîngehê dide. Halîme Hamîde diyar kir ku ew xeyal dike di pêşerojê de projeya xwe derbasê jiyanê bike.

Shiraz Ehmed jî anî ziman ku proje derfeta fêrbûna gelek dersên wekî kompîtur û zimanan dide.