Ji bo jinên Amedê banga 8’ê Adarê

Li Amedê jin di çarçoveya 8'ê Adarê de çalakiyên cur be cur amade dikin. Mîtînga fînalê jî dê di dîroka 8'ê Adarê de pêk bînin. Ji Komîteya Amadekar a Mîtîngê Parêzer Pîrozhan Kalelî Guler bi dirûşma "Em ê biguherînin, dem dema azadiya jinan e" hemû jinan vexwend qada mîtîngê.

MEDÎNE MAMEDOGLU 
Amed – Jin bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Tirkiye û bajarên Kurdistanê bi çalakiyên cur be cur pîrozbahiyan pêk tînin. Li gel çalakiyên di çarçoveya 8'ê Adarê de li Amedê bên lidarxistin, jin dê di mîtînga fînalê ya 8'ê Adarê de li hev bicivin. Jinan ji bo mîtîngê hemû serlêdanên xwe yên fermî kirin. Jinên ku dê di 8'ê Adarê de bi sernavê tundiya li ser jinan, qetlîamên li ser jinan, kedxwariya ked û binpêkirina mafan li girtîgehan bi coş û rengên jinan li qada mîtîngê amade bin.
"Serlêdanên pêwîst hatin kirin" 
Ji Komîteya Amadekar a Mîtînga 8'ê Adarê Parêzer Pîrozhan Kalelî Guler diyar kir ku dê mîtîng li Qada Îstasyonê bê lidarxistin û got ku dê bi dirûşma "Em ê biguherînin, dem dema azadiya jinan e" dakevin qadan. Pîrozhan Kalelî Guler diyar kir ku wan ji bo mîtîngê serlêdanên pêwîst kirine û diyar kir ku ew li bendê ne hemû jin bi coşeke mezin dakevin qadan.”
"Em hemû jinan vedixwînin mîtîngê"
Pîrozhan Kalelî Guler bang li jinan kir ku divê 8'ê Adarê bi coşa Newrozê were pîrozkirin û wiha got: "Hem tundiya li ser jinan hem jî qetlîamên li ser jinan mijarên me yên giştî ne. Li gel van ji bo jinên ku li girtîgehan rastî binpêkirina mafan tên xebatên me yên cidî hene. Em li bendê ne ku coşa her sal a li Amedê tê jiyîn ev sal jî bê jiyîn. Bi vê wateyê em hemû jinan vedixwînin qada mîtîngê.”
"Em ê li dijî kedxwariyê li qadan bin"
Salîha Zorlu diyar kir ku ew ê ji bo mafên jinên ku di hemû qadên jiyanê de rastî tundî û kedxwariyê hatine li qadan bin û wiha axivî: “Me herî zêde li ser kedxwariya ku jinên kedkar rast tên bernameyek amade kir. Lê belê em bi dînamîkên ku li herêman tên afirandin di çalakiyan de li hev dicivin. Mijara sereke ya bernameya me ya 8'ê Adarê kedxwarî ye û balkişandina ser wê ye. Em hewl didin peymanên ILO 190 û bi vî rengî bînin rojeva jinên kedkar. Em dixwazin van peymanên navneteweyî pêk bên.”
"Em hewl didin li dijî tundiyê hişyariyê bidin avakirin"
Salîha Zorlu jinên kedkar vexwend mîtîngê û wiha got: “Niha bala me li ser tundiya li ser jinan a li kargehê ye; tora tundiya ku ji vir dest pê dike û li tevahiya civakê belav dibe. Bi taybetî di şaxên wekî tenduristî û perwerdeyê de tundî bi awayekî dijwar tê jiyîn. Em weke KESK’ê ji bo tundiya li ser jinan û tundiya mêran a di şaxên kar de tedbîr bên girtin, hewl didin gotûbêj bikin û hişmendiyeke civakî ava bikin. 8’ê Adarê roja hemû jinên kedkar e divê em wê rojê li qadan bin.”