Ji bo jina ku zarokê xwe ji ber xwe birî 30 sal cezayê girtîgehê hat birîn
Li Salvadorê jina ku ducanî bû û zarok ji ber xwe bir 30 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Navenda Nûçeyan- Jina ku navê wê yê rast nebe jî lê bi navê Esme tê nasîn, 2 sale di girtîgehê de bû. Jina ciwan di sala 2020’an de dema çû nexweşxanê ku kurtajê bike, li ser îxbarekê hate girtin. Sûcê wê ew e ku kurtaj kiriye. Li gorî qanûnê Salvadorê ferqa bidawî kirina ducaniya pêşwext û kujeran ji hev tuneye.
Bi vê sûcdariyê 30 sal cezayê girtîgehê li jina ciwan hate birîn. Parêzera Esme, Karla Vaquerano da zanîn ku ew ê îtîrazê li biryarê bikin.
Salvador yek ji wan welatan e ku li hember kurtajê qanûnên wê gelek hişk in. Ji sala 1998'an vir ve, di metna zagona cezayê de ku jin ji ber tecawiz û destavêtinê ducanî bibe an jî tenduristiya dayik an zaroka ku nehatine dinê bikeve xetereyê jî bi tu awayî destûra kurtajê nayê dayîn û qedexe ye.
Ji bo kurtajê ji 30 salan heta 50 salana ceza tê xwestin
Li gelek welatê katolîk yên li Amerîkaya Latîn, cezayê kurtajê herî zêde 8 sal girtîgeh e. Lê di rewşên ku ducanîbûn pêşde çûbe yan jî bibe sedema zarokekî mirî bîne dinyayê, ji 30 sal heta 50 sal ceza tê xwestin.
Di nava 20 salên dawî de zêdeyî 180 jin ketine girtîgehê
Li gorî Kolektîfa Pêşveçûna Herêmî ya Femînîst, zêdeyî 180 jin di nava 20 salên dawî de li Salvadorê piştî ku kurtaj kirin ji ber rewşa awarte ya welidandinê ketine girtîgehê. Ji Kanûna 2021’an û vir ve 8 jinên ku cezayên hepsê yên dirêj li wan hatibû birîn, cezayên wan hatin daxistin.