Ji bo Hatîce Yildiz serî li AYM’ê hat dayîn

Ji bo Hatîce Yildiz a 75 salî ku bi sedyeyê biribûn girtîgehê, bi sedema binpêkirina ‘Rêgeza qanûnîtiya sûc û ceza’ serî li AYM’ê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan- Bi hinceta ku ji keça xwe ya girtî û hevala wê ya qawîşê re pere şandiye, 4 sal û 2 meh cezayê girîtîgehê li Hatîce Yildiz a 75 salî hatibû birîn, wê bi sedyeyê ji mal derxistin û birin girtîgehê. Ji bo Hatîce Yildiz, a 75 salî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hat dayîn.

Di serlêdana têkildarî esasê dosyayê de hat destnîşankirin ku şandina pereyan ji bo girtîgehan di qanûnan de sûc nîn e ji ber wê jî ‘rêgeza qanûnîtî ya sûc û cezayan’ a ji hêla Destûra Bingehîn ve hatiye mîsogerkirin hatiye binpêkirin. Di serlêdanê de hat gotin ku hinek usûl kêm in û hat diyarkirin ku temenê Hatîce Yildiz mezin e û gelek nexweşiyên wê yên kronîk hene lê tevî vê yekê jî hatiye girtin. Hat xwestin ku serlêdana wan zû were lêkolînkirin.

Parêzerê Yildiz duh jî ji bo berdana bi şertê kontrola edlî û taloqkirina cezayê du serlêdanên cuda kiribû.