Ji bo girtiyên nexweş banga daxuyaniya girseyî hat kirin

Platforma Ji Aysel Tugluk û Girtiyên Nexweş re Azadî, bi dirûşemeya “Em deng didin girtîgehan” xwe amede dibe daxuyaniyeke çapemeniyê ya girseyî bidin.

Navenda Nûçeyan- Platforma Ji Aysel Tugluk û Girtiyên Nexweş re Azadî bi dirûşmeya “Em deng didin girtîgehan” her kesî vexwendin daxuyaniya çapemeniyê ya girseyî ku dê di 28’ê Gulanê de li Îskeleya Konakê de bê dayîn.

Di daxuyaniya ku dê di saet 19.00’an de were dayîn de dê li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, mirinan û tecrîdê deng bê derxistin û ji rayedar bê xwestin ku pewyîra xwe bi cih bînin. Platformê li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal bi etîketa “Em bifikar û bikerb in. Tehamula me nîne ku em tenê canekî xwe yê din winda bikin. Deng bidin girtîgehan û tecrîdê bidin rawestandin. Ji girtiyên nexweş re azadî” hemû kesê vexwendin daxuyaniyê.