Ji bo girtîgeha Şakranê banga hestiyariyê

Rêxistinên mafan û Parlamentera HDP'ê Serpîl Kemalbay, bal kişandin ser helwesta neyînî ya dozger û rêveberiya Girtîgeha Jinan a Şakranê ya li ser grevên birçîbûnê yên bêdem û dorveger, bang li rayedaran kirin ku bi hestiyar bin.

Navenda Nûçeyan - Nûnerên Weqfa Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (ÖHD), Weqfa Hiqûqnasên Nûjen (ÇDH), Weqfa Mafê Mirovan (İHD) a Şaxa Îzmirê û parlementera Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Şerpîl Kemalbay serdana girtîgiha girtî ya jinan ya Şûkranê ku ji 2’ê Sibatê heta çalakiya gireva birçîbûnê berdewam dike kirin. Heyeta ku serdana girtîgehê kir li gel girtiyên bi navê Mesil Demiralp, Cihan Öner û Azime Işık bi rêveberê girtîgehê Meltem Babaoğlu û dazgerê girtîgehê Murat Kayançiçek re hevditîn kir.

Şert û mercên tecrîdê zêde dibe

Parlementera HDP’ê Serpil Kemalbay diyar kir ku li gora nêrînên girtiyan binpêkirina mafan û şert û mercên tecrîdê her roja ku diçe zêde dibe û wiha got: “Çalakiya gireva birçîbûnê ya ku 10 rojan tê guherîn berdewam dike û derbarê daxwazanameyên girtiyan de kar nayên kirin. Di hijmartin û lêgerinan de bi taybet gardiyana bi navê Asli ji bo infaza girtiyan bide şewitandin gotinên terîq û heqaretê li girtiyan dike. Rêveberê girtîgehê û dozger nêzîkatiyên ku van îdîayan red dike nîşan dide.”  Serpil Kemalbay banga hestiyariyê li hemû civak û rayedaran kir.

 Serdana li girtîgeha Afyonê

Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Huseyin Kaçmaz dûh serdana girtîgeha Afyonê ku li beramberî binpêkirinên mafan ji 3’ê Çileyê ve dest bi çalakiyê gireva birçîbûnê kiriye, kir.