Ji bo Fîrdevs Babat edalet: Em ê şopdarê dozê bin

Danişîna ewil a Ahmet Babat a ku Fîrdevs Babat qetil kir hate dîtin. Bersûc îddîa ku ewlehiya canê wî nîne. Danişîn li cihekî din were çêkirin jinan der barê vê biryarê gotin: “Em ê şopdarê vê dozê bin.”

Şirnex – Li bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qilebana Şirnexê cenazeyê Fîrdevs Babat a 17 salî ku di 18'ê tebaxê de li Qilabanê winda bûbû, li kêleka Çemê Hêzilê yê 15 kîlometreyan dûrî navçeyê di navbera du keviran de hatibû ditin. Bi aşkerebûna bûyerê re kujer Ahmet Babat hatibû girtin. Hatibû hînbûn ku Fîrdevs Babat bi çeka cerdevan Ramazan Babat ê birayê Ahmet Babat hatiye kuştin.  Îddîanmaye ku derheqê kujer Ahmet Babat de hatibû amade kirin ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve hat qebûl kirin. Danişîna yekemîn a kujerê Firdevsê Ahmet Babat li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hate dîtin.

Xizmên Fîrdevs Babat, Parezêrên Baroya Şirnexê, Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD), Komîsyona Jinan a Baroya Dîlokê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Jinan a Rosayê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Berî her Tiştê Jin û Zarok, Parlementera HDP’ê ya  Şirnexê Nuran Îmîr, Hevşaredara Sİlopyayê Adalet Fîdan, endam û rêveberên rêxistinên  navend û navçeyan ên HDP’ê yên Şirnexê û gelek sazî û rêxistinên jinan tevli danişînê bûn.

Ji kujer parastina ‘ewlahiya min nîne’!

 Bersûc Ahmet Babat bi SEGBÎS’ê tevli danişînê bû. Parezêrên malbata Fîrdevs Babat li danîşînê  amade bûn. Parezerê Ahmet Babat jî bi hinceta ewlehiya canê wî tune tevli danişînê nebû. 

Piştî tespîtkirina nasnameyan, Bersûc Ahmet Babat axivî û di axaftina xwe de îda kir ku ji ber ewlehiya canê wî tune bûye bûyer girtiye ser xwe. Kujer Ahmet babat 13 çileyê daxwaznameya ku ji dozgeriyê re şandi bû eynê tiştê aniye ser ziman û xwestiye doz li bajarek di were dîtin piştî daxwaza kujer Ahmet babat dozger biryara girtinê da û daxwaza dozê li bajerek din were dîtin qebûl kir.

Malbata Fîrdevs: qeydên HTS çima nayê guhdarkirin?

Malbata Fîrdevsê li dijî mutaalayê derket û destnîşan kirin ku bersûc bi tena serê xwe ev bûyer pêk neaniyê û gotin: “Tu kesî gef li malbata bersûc û li wî nexwariye.  Di bûyerê de navên kesên din jî hene. Lê çima qeydên HTS’ê nayên guhdar kirin? Heke doz li bajarek din were dîtin em bi tu awayî beşdarî daneşînê nabin.”

‘Gotinê kujer bi giştî xeyaliyê’

Parezera malbatê Hedîye Gokçe Baykal jî li dijî mutaalayê derket û destnîşan kir ku îfadeya bersûc xeyalî ye û diyar kir ku bersûc bi vê ji bo xwe mexdûriyetê çêdike. Sazîyên jin û parezeran daxwaza tevlîbûna dosyayê kir û diyarkirin ku wê daxwaz ber çav were girtin

Parezêrên Baroya Şirnexê, Komeleya Jinan a Rosayê, OHD, ÎHD, Komeleya Piştgiriya Jinan û Komîsyona Jinan a Baroya Dîlokê jî daxwaz kirin ku tevli dozê bibin xwesteka beşdariya dozê kirin. Hat diyarkirin ku dê ev daxwaz jî ji hêla dadgehê ve were nirxandin.

Doz taloqî 10’ê Gulanê hat kirin

Piştî navberekî mahkeme biryara xwe da eşkere kir. Biryara berdevamiya girtina Ahmet Babat hate dayîn û ramazan Babat yê ji ber sucê “erîşê zayendî” ku hatiye girtin, Mustafa Babat û Tahîr Babat wê werin guhdarkirin û doz taloqî 10’ê Gulanê bû.

Ji jinan daxuyanî: Em ê heya daw,yê şopdarê dozê bin

Jinên ku tevlî dozê bûn piştî qedandina dozê daxuyanî dan di daxuyaniyê de destpêkê parêzerê malbatê Hediye Gokçe axîvî û got: “ji meha tebaxê heya aniha çi gef xwarin li ser kuşer nehatiye kirin. Lê kujer jib o ku xwe maxdûr nîşan bide û xwe ji dozê xwelas bike. Lê yê ku mexdûre malbata firdevs bi xwe ye. Doz biçe kuderê bila biçe emê şopdarê vê bin û jibo Firdevsê emê edaletê bigerin.”

‘Beyanê kujeran tê esas girtin’

Ji bûroya Şirnexê aycan Irmez jî der bare dozê  de axîvî got ku darizandinek bi bandor nehat kirin û mahkeme li beyanê kujer biryar da û wiha domand:” Mixabin ji ber polîtikayên bêcezabûnê  dibe sedem ku  qetliamên jinan bibe komkujiyê jinan.”

‘Qetlîama jinan polîtîk e’

Serokê komele ya rosa edalet kaya jî der bare polîtikayên bêcezakirinê axîvî û got:”Qetlîama jinan polîtîk e. îro ji aliyê hêzên bi unoforma û bi polîtîkayê taybet qetlîama jinan hate çi astî dibînin. Bi van polîtîkayan kujer pişta xwe bi dewletê germ dikin û ji hevdû cesaret digirin. Me îro vê tiştê di doza Fîrdevs Babat de jî dît. Kujer behsa ewlehiya canê xwe dike. Em wek jinên aktîvîst heya dawiyê û şopdarê wê dozê bin

‘Polîtikayên dewletê û qirkirina jinan girêdayî hev e’

Di daxuyaniyê de parlementerê HDP’ê Nuran Imîr mafê axaftinê girt û got:”Qetilkirina Fîrdevs encamê polîtikayên şerê taybet ya li Kurdistanê ye. Ew hêzên taybet li beranberî  laşê jin û îradeya jin şer dane despêkirin. Fîrdevs û yê wek wê bûne qurbanê şerê taybet. Dijminê hebûna jin in. Polîtikayên dewletê û qirkirina jinan girêdayî hewdu ye. Em dibînin ku kujer dîsa tê parastin. Emê li hemberî wan polîtîkayan tekoşîna xwe bidomînin û emê şopdarê vê dozê bin.”

Bavê Fîrdevs: Navê Ramazan Babat ji dozê hate derxistin

Herî dawî jî bavê Fîrdevsê Tamer Babat axivî û destnîşan kir ku şirikê Ahmet Babat birayê wî Ramazan Babat e û got: “Bêyî sedem û îfadeyan Serdozgeriya Qilebanê navê Ramazan Babat ji dosyayê derxist. Hem Serdozgerî hem jî dewlet bi vê yekê xwedî li Ramazan Babat derdikeve. Niha kî dixwaze Ahmet Babat bi hinceta mexdûriyetê xilas bike.”