Ji bo êrîşên li Suweydayê daxwaza lêpirsînê hate kirin
Parêzvanên mafên mirovan, têkildarî êrîşên di meha Tîrmehê de yên li ser bajarê Suweydayê ku piraniya wê ji Durziyan pêk tê, daxwaza lêpirsîna serbixwe kirin.

Navenda Nûçeyan – Daxwaz, piştî weşandina dîmenên înfazkirina kedkarekî tendurisyê yê dilxwaz a ji aliyê hêzên hikûmeta demkî ve hate kirin.
Êrişên ku di 13’ê Tîrmehê de li dijî Suweydayê dest pê kirin, li gel şandina leşkerên ji aliyê rêveberiya Şamê ve veguherîn komkujiyê. Di şer û pevçûnan de nêzîkî hezar û 400 kes hatin qetilkirin ku piraniya wan Durziyên sivîl bûn. Tê texmînkirin ku bîlançoya rastîn girantir e. Şahidan, komên Durzî û Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li gel piştgirîdayîna eşîrên Bedewî ya ji aliyê hikûmeta demkî ve û înfazên li dijî civaka Durziyan hikûmeta demkî ya li Şamê bi binpêkirinên mafan ên giran sûcdar kir.
Dîmen derketin holê
Di dîmenên kameraya ewlehiyê ya çapemeniya xwecihî Suweyda 24’ê de, tê dîtin ku 16’ê Tîrmehê li nexweşxaneya sereke ya Suweydayê komeke kedkarên tenduristiyê li erdê ye. Di navbera kesekî ji koma ku unîformayên leşkerî û unîformayên Wezareta Hundirîn li ser û kedkarekî tendurisyê yê dilxwaz de nîqaşeke kurt rû dide. Piştre leşkerên berbehs guleyan berdidin kedkarê tenduristiyê û cenazeyê wî di nava xwînê de li erdê tê kaşkirin.
SOHR’ê dîmen weke ‘’înfaza ecêb ya ji aliyê hêzên girêdayî wezaretên Parastin û Karên Hundirîn ve hatine kirin’’ pênase kir û daxwaz kir ku komîsyoneke serbixwe ya navneteweyî, bêalî û serbixwe were avakirin.
Serokê Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê Fadel Abdul Ghany jî, bang li komîsyona navneteweyî ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku têkildarî hemû binpêkirinên li Suweydayê lêpirsînan bide destpêkirin û diyar kir ku tu baweriya komîsyona lêpirsînê ya meha borî ji aliyê rêveberiya Şamê ve hatiye avakirin, tune ye.