Ji bo El-Faşêrê banga lezgîn

Neteweyên Yekbûyî hişyarî da li ser zêdebûna kiryarên hovane yên bi xwezaya etnîkî li bajarê El-Faşêr ê dorpêçkirî û daxwaz kir ji bo çalakîyeke lezgîn a parastina sivîlan, bang kir.

Navenda Nûçeyan – Ji Nîsana 2023’an ve, Sûdan şerekî di navbera Hêzên Piştgiriya Lezgîn û Artêşa Sûdanê de dijî ku bû sedema kuştina bi dehan hezar sivîlan û koçberkirina mîlyonan, di krîzekê de ku Neteweyên Yekbûyî wekî krîza mirovahî ya herî xeternak li cîhanê binav kir.

Neteweyên Yekbûyî duh bi daxuyaniyekê ji bo girtina tedbîrên lezgîn ên pêşîgirtina li kiryar û êrîşên berfireh ên bi bingehên etnîkî li bajarê El-Faşêr ê dorpêçkirî bang kir. Her wiha bal kişand ser kuştina bi dehan sivîlan di navbera 9’ê Îlonê û dawiya meha borî de, ji ber bombebaran û êrîşên ku ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve hatin kirin.

Zêdetirî 500 rojan e dorpêç didome

Komîserê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir ku ev kiryarên hovane dikarin bên dûrxistin, eger hemû alî bi rêzgirtina qanûnên navneteweyî û parastina jiyana sivîlan û milkên wan pabend bin û tekez kir ku bajar ji zêdetirî 500 rojan ve di bin dorpêçeke domdar de ye.

Herwiha bal kişand ser hewcedariya lezgîn a vekirina korîdorên ewle ku rê bidin sivîlan bi dilxwazî bajar biterikînin, ligel dabînkirina gihîştina alîkarîyên mirovahî bi awayekî yekser û bê astengî. Hat teqezkirin ku sînorkirinên li ser ketina xwarin û pêdiviyên bingehîn rewşa mirovahî ya xerabûyî zêdetir giran dike.

Dabînkirina derbasbûna ewle

Di daxuyaniyê de ji bo dabînkirina derbasbûna ewle û dilxwaz a niştecihên El-Faşêrê bi rêyên derketinê yên sereke û nuqteyên kontrolê yên ku di bin kontrola komên çekdar ên cuda de ne bang hat kirin. Ev yek piştî raporên dubare yên li ser tundûtûjiyên giran ên li dijî kesên reviyayî hatin, di nav de kuştinên li cihê bûyerê, êşkence, revandin û talankirin.

Komîserê Giştî got ku şêwazên binpêkirin û êrîşên bi armancên etnîkî li dijî sivîlan dubare dibin, mîna êrîşa berê ya Hêzên Piştgiriya Lezgîn li ser kampa penaberan a Zemzem di nîvê Nîsana borî de, ku tê de bi awayekî sîstematîk tundûtûjiya zayendî li dijî jin û keçên ji etnîsîteya Zaghawa hat bikaranîn.

Hat teqezkirin ku divê hemû alî û dewletên xwedî bandor li ser bûyerên li qadê tedbîrên lezgîn bigirin ji bo pêşîgirtina li kiryarên hovane û bi tundî. Hat gotin ku ev kiryar ne çarenûsî ne, lê dikarin bên dûrxistin eger hemû aktor gavên berbiçav ji bo rêzgirtina qanûnên navneteweyî, parastina jiyana sivîlan û milkên wan û pêşîgirtina li berdewamiya kirinên hovane bavêjin.