Ji bo doza der barê pirtûkên Abdullah Ocalan de hatibû vekirin biryara beraetê

Dadgeha Bilind, hukmê ku bi hinceta seta pirtûkan a bi navê "Çareseriya Şaristaniya Demokratîk" a Abdullah Ocalan hatibû dayîn xera kir û di darizandina nû de biryara beraetê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan- Daîreya Ceza ya 3'yemîn a Dadgeha Bilind, cezayê ku bi hinceta seta pirtûkan a ji 5 cildan pêk tê ya bi navê "Çareseriya Şaristaniya Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû birîn, xera kir.

Di sala 2015'an de li damezrînerê Weşanxaneya Aramê Ridvan Saîn ku seta pirtûkan çap kiribû, lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lêpirsîn piştî demekê veguherî dozê. Di îdianameyê de hat diyarkirin ku gotinên weke "şerê gelê şoreşgerî" û "çîroka lehengiyê" yên di parêznameyan de pesnê PKK'ê didin. Hat îdiakirin ku di beşên têkildarî çareseriya meseleya Kurd de talîmata amadekariya şer hatiye dayîn û bi vî awayî rêbaz û çalakiyên PKK'ê hatine rewakirin. Di îdianameyê de hat diyarkirin ku berpirsiyarî ya Ridvan Saîn e û ji ber vê hat xwestin ku bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" ceza li Ridvan Saîn bê birîn.

Pirtûk legal e

Di danişîna ku hat li darxistin de Rıdvan Sain diyar kir ku di pêvajoya ku pirtûk hatiye çapkirin de tu biryareke komkirinê tune bûye, pirtûk bi bandor e û legal e. Hemû pirtûkên Abdullah Ocalan xwendiye û di pirtûkan de ‘propagandeya rêxistin terorê’ nîn e û xwe dispêre dîrok û daneyan lê belê Dadgeha Cezayê Giran a 14'an a Stenbolê jî bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" 2 sal û 6 meh ceza li Ridvan Saîn birî. Dadgeha Îstinafê jî biryara Dadgeha Cezayê Giran erê kir.

Biryar hat xirakirin

Piştî vê Ridvan Saîn serî li Dadgeha Bilind da. Daîreya Ceza ya 3'yan da Dadgeha Bilind jî biryarê xera kir. Dadgeha Bilind di biryara xwe de diyar kir ku tiştekî rê û rêbazên rêxistinê rewa bike û bipesinîne tê de tune ye û biryara hatiye dayîn "li dijî hiqûqê" ye." Dadgeha Cezayê giran jî piştî biryara Dadgeha Bilind, biryara beraetê da.