‘Ji bo destkeftiyên xwe biparêzin têkoşînê berdewam dikin’

Endama Koordînasyona Kongra Star Magda Hassoun bal kişand ser şoreşa 19’ê Tirmehê ku li Bakûr û Rojhilatê Sûriye çêbûye û diyarkir ku ji bo parastina destkeftiyê em têkoşînê berdewam dikin û ji bo bilindkirina têkoşînê bang li hemû jinan kir.

NORŞAN ABDİ

Kobanê- Şoreşa 19’ê Tirmehê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriye, jin berbi rêxistinbûn û pêşenetiya civakê ve bir, jinan rêxistinbûna xwe her ku çû bilindtir kir, di pêvajoya inşayê de Mala Jinan, Rêxistina Sara û saziyên weke Meclîsên jinên Sûriye avakirin û li gelek bajarên Bakûr û Rojhilatê Sûriye xebatên xwe dimeşînin.

Li Rojavayê Kurdistanê Kongra Star ji bo rêxistinkirina jinan hatiye avakirin. Ji bo nasandina mafê jinan û têkoşîna wan ji bo gelek welatan bûye mînak rolek giring lîstiye. Kongra Star li ser bingehê wekhevî û azadiya jinê hatiye avakirin û armanca wan pêşxiştina civakê ye, pêşengtiyê ji jinan re dike. Endama Koordînasyona Kongra Star ya Kantona Kobanê ya herêma Firatê Magda Hassoun der barê rola Kongra Star di rêxistinkirina jinan de nirxandin kir. 

‘Di rêxistinkirinê de rola saziyên jinan hebû’

Magda Massoun da zanîn ku li bajarê Kobanê ew saziyên jinan ên ku hene beriya şoreşê ji ber zextên hikumeta Şamê di nava şert û mercên zehemet de xebat didan meşandin û wiha got: “Pêvajoya şoreşê, rêya ji bo jinên ku azadiyê dixwazin ronî kir. Di dema ku di nava hêzên leşkerî de li çeperê herî pêş şer dikir, di bilindkirina têkoşînê de, di rêxistinkirina jin, civak û  di qadan de rola saziyên jin hebû. Kogra Star bi têkoşîna xwe a ku bi salan dom kir. Piştî xebatên xwe ên veşartî gelek rê derbaz kir û herî dawî karî ji hemû pêkhateyên cûda jinan rêxistin bikin.”

‘Emê destkeftiyên xwe bi parêzin’

Magda Hassoun da zanîn ku Kongra Star ji bo hemû jinan bûye navendek ya ewlehî û biryardariyê û wiha dom kir: “Di pêvajoya 11 salên şoreşa li Bakûr û Rojhilatê Sûriye de jinên gelek destkeftî û serkeftin bi dest xistin, rastî gelek êrîşan hatin. Lê belê jin li dijî van hemû êrîşan jî dest ji têkoşîna xwe bernadan. Jin ji bo parastina destkeftiyên ku bi dest xistine di bingehê fikra azad de berxwedaniya xwe berdewam dikin.”

‘Em di pêvajoyek hesas re derbaz dibin’

Magda Hassoun bi bîrxist ku jinên Rojava ku ji bo hemû cîhanê bûye model wê bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ xwedî li destkeftî û şoreşê derbikevin û got: “Emê xwedî li şoreşa xwe derbikevin, emê ji bo berfirekkirina qada ku hemû jin lê azad bibin bi xebitin. Emê li dijî siyaseta li dijî jinê rawestin û têkoşînê bikin. Divê hemû jin têkoşînê bilind bikin. Em di pêvajoyek giring û hesas re derbaz dibin, ji ber vê yekê divê em li dijî bê mafiyên ku li beramberî me tên pêkanîn bibin yek.”