Ji bo destekdayîna berxwedanê li Hesekê meş hat li dar xsitin

Jinên Hesekê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan û kongra Star ji bo piştgirya berxwedana li Başûrê Kurdistanê tê meşandin meşek li dar xistin.

Hesekê-Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star meşeke girseyî li Hesekê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî xaka Başûrê Kurdistanê û Şengalê li dar xistin.

Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Mîdiya Ebid El- Rehman êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û got: “Êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê tê kirin, di heman demê de êrîşên li ser kesayeta me ye, dixwazin hebûna me tune bikin. Lê bila bizanibin ku emê heya dawî piştgirî bidin gerîla ji ber ku yê me gihan vê astê berxwedana gerîla ye. Xwedîderketina li berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê ji bo parastina Başûrê Kurdistanê dayî despêkirin xwedîderketina li nirxê şoreşê ye. “

Endama Rêvberiya Kongra Star a bajarê Hesekê Wesif Şebût jî da zanîn ku PDK bi îxaneta xwe îsbat dike ku li dijî projeya neteweya demokratîk e û wiha domand: "Êrîşên li ser axa Başûrê Kurdistanê êrîşên li dijî deskeftî û nirxê şoreşê ne. Em wekî Kongra Star heya dawî emê piştgiya parêzvanên axa Kurdistanê gerîla bikin. Em dixwazin PDK ji xeta îxanetê dûr be ji ber ku armanca dijmin ew e ku perçebûnê dinava me de çêke. Bi yekîtiyê emê bikaribin pilanên qirêj têk bibin.”

Meş bi dirûşma “ Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.