‘Ji bo civakek exlaqî û polîtîk em ê rêxistinbûna xwe xurt bikin’

Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinê Mihdiya Hindî bal kişand ser têkoşîna wan a ji bo serwerkirina aramiyê li herêmê û teqez kir ku ew ê li hemberî hemû êrîşên hundirîn û derve têbikoşin û rêxistina xwe xurtir bikin.

Hesekê - Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konferansa xwe ya sêyemîn li dar xist. Têkildarî xebatên du salan, operasyonên ku hatine lidarxistin û plansaziya demên pêş ji rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mihdiya Hindî axivî.

Mihdiya Hindî di destpêka axaftina xwe de xebatên sê salan kirine bi kurtasî nirxand û got: "Xebatên perwerdekirina endaman di akademî û fakulteya şer de hatin nirxandin her wiha beşeke nû ya têkoşîna li dijî madeyên hişbir di Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinê de û beşa operasyona jin jî hatin çalakkirin. Her wiha endam û rêveberên di perwerdeyên zabîteyan re derbas bûn jî hatin nirxandin û li gorî astên wan hatin erkdarkirin. Di operasyonên li dijî terorê her wiha di şerê ku li Taxa Teyî ya Qamişlo, şerê Gurzê Gelan li girtîgeha Sîna ya Hesekê li dijî DAIŞ'ê û di operasyona Mirovî û Ewlehiyê de jî hêzên me yê jin cih girtibûn û pêşeng bûn."

Mihdiya Hindî bal lê kişand ku dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî rewşekê ne aram li heremê ava kiriye ku madeyên hişbir ji van heremên dagirkirî hatine derbaskirin û da zanîn ku bi têkoşîna wan pêşî li karesatên bi vê rengê hatiye girtin.

‘Ne tenê xwe biçek dikin di warê hizrî de jî çeka zanînê xurt dikin’

Mihdiya Hindî da zanîn ku hêzên wan ên jin bi ruhê Bêrîtanan xwe ji bo her şerî amade dikin û wiha domand: "Li herêmê ku her roj êrîş bi ser de tên, jin li wir jî hêzeke xwe didin xuyakirin û mezinkirin. Bi sekna xwe ya li ser bendên kontrolê û meşa di nava kolanên navçeya Til Temir û Zirganê de hêzê didin civakê, peyam didin û dibêjin ku em li vir in û em ê li vir bin. Li hember hemû rengên êrîşan, îro hêzên me têkoşîneke bêhempa didin meşandin. Her wiha li wan xetên şer jî jin ne tenê di bikaranîna çekê de di ware bîrdozî û mêjî de xwe birêxistin û perwerde dikin."

Mihdiya Hindî ya di demek wiha de girîngiya lidarxistina konferansê anî ser ziman, da zanîn ku wê ji bo rizgarkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bilind bikin û her wiha weke Hêzên Ewlekariya Hindur a Jinê ji bo parastina jinê ewê birêxistinbûna xwe xurtir bikin.

Mihdiya Hindî bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: "Em ê li gorî baweriya civakê ya ku daye me bin, hêviyên wan bi cih bînin. Em ê ji niha zêdetir rêxistina xwe xurt bikin da ku civakeke exlaqî û polîtîk ava bikin."