Ji bo Ceylan Aslan cezayê girtîgehê hat xwestin

Der barê Endama Meclisa Şaredariya Erxeniyê Ceylan Aslan a ku wezîfeya wê hat desteserkirin, bi hinceta tevlibûna daxuyaniyên çapemeniyê 15 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.

Amed- Doza der barê Endama Meclisa Şaredariya Erxeniyê Ceylan Aslan a ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve wezîfeya wê hat desteserkirin, bi hinceta beşdarî daxuyaniyên çapemeniyê, civîn û çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji aliyê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ve hatibû destpêkirin û ji aliyê rêxistina wan ve hatibû birêxistinkirin bûye, berdewam kir.

Ceylan Aslan beşdarî danîşan doza ku li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat vekirin nebû, parêzera wê Zîlan Dogru amade bû. Dozgeriyê di mutalaya xwe de diyar kir ku walîtiyê der barê çalakiyên ji bo Leyla Guven de biryara qedexeyê daye û îdia kir ku Ceylan Aslan ‘li ser banga rêxistinê’ tevlî çalakiyan bûye.

Hat îdiakirin ku "têkiliya hiyerarşîk” a Ceylan Aslan bi rêxistinê re heye, bi rêxistinê re xwedî têkiliyeke organîk e û bi dilxwazî li gorî armanca rêxistinê tevgeriyaye." Hat xwestin ku Aslan ji ber "endamtiya rêxistinê" û "dijderketina qanûna xwepêşandan û meclisan" bê cezakirin.

Heyeta dadgehê ku daxwaza parastinê ya li dijî mutalayê qebûl kir, danişînê taloqî 27 'ê Îlonê kir.