‘Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê tevgerên jinan hevgirtî bin’

Dîroknas Heyat Emamo a Tûnisî tekoşîna tundiya li dijî jinan axivî, diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku jin dijîn pêwistî bi hevgirtina tevgerên jinan heye.

ZIHÛR EL MEŞRIQÎ

Tûnis - Dîroknasa Tûnisî û parêzvana mafên jinan Heyat Emamo derbarê tekoşîna jinên Tûnisî, tundiya ku li her qadê jin pê re rû bi rû dimîn û lewaziya tevgerên femînîst ên netewî û navneteweyî ji ajansa me re axivî. Heyat Emamo diyar kir ku rewşa jinên Tûnisî ji jinên din ên cîhanê ne cudatir e û got ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan têkoşîna hevpar û hevgirtina tevgerên jinan ji nan û avê girîngtir e.

‘Qetilkirin û girtina jinan çavkaniya xwe ji hişmendiya mêr digre’

Heyat Emamo di destpêka axaftina xwe de behsa jinên li hin welatên Rojhilata Navîn de jinên hatin qetilkirin û girtin kir û wiha got: “Qetilkirina bijîjka li Hindistanê, li Tûnisê û girtina jinên Îran yan jî li Tûnis û Mexribê sedema wan yek e ew çavkaniya xwe ji hişmendiya mêr digre. Jinên daxwaza mafên xwe dikin pir caran ji aliyêcivakê ve rastî nerazîbûnan tên. Heta niha civak qebûl nake wekhevî di navbera herdû zayendan de hebe û jinan li ser her tiştî muhasebe dike. Divê em ji du aliyan ve li jinê binerin. Di serdema navîn û beriya wê jî ev yek ji nifşan derbas bûye. Di wan deman de jin bi mêran re ne di nava hevsengiyê de bûn ji ber wê di dema niha de ji hin mafan mehrûm in mîna azadiya nerîn û derbirînê."

‘Ragihandin di doza jinan de rolek sereke dilîze’

Heyat Emamo di berdevamiya axaftina xwe de behsa girîngiya ragihandinê di doza jinan de kir û wiha got: “Ragihandin di doza jinan de rolek sereke dileyîze divê erka xwe baş pêk bîne daku wekhevî mîsoger bibe. Tûnisê xalên erênî li ser asta azadiya çapemeniyê û derbirînê bidest xistine. Lê belê destberdana ragihandinê ji hin dozan re hişt rewşa jinan xirab bibe. Ragihandinê da xuyakirin ku jin û dozên xwe di derketina wê bi teşeyê azad de ku hemû qeydên civakî di civakeke Islamî de dişkîne çarçovekirî ye. Lê belê jibîr dike dozên cewherî mîna azarên cotkarên jin û yên li malan kar dikin û hwd bîne ziman. Sermayedariya cîhanî bi xwe hewil dide jinan ji mêran zêdetir bidin şixulandin ji ber jin heqdestên kêm qebûl dikin û hemû mafên xwe daxwaz nakin. Bi vî mejiyî jî ew hîn zêdetir tên paşguhkirin û istîsmarkirin.”

‘Jin hem li malê hem jî li derve kar dikin’

Heyat Emamo destnîşan kir ku jin ji aliyê fîzîkî, aborî û civakî ve bi xeztê re rû bi rû tên û wiha pê de çû: “Ragihandinê ev doz hemû baş negirtine dest da ku têkoşîn li hember bê kirin. Ji ber beşa bingehîn di ragihandinê de dozên din digre dest û dozên jinan ên sereke paşguh dikin. Çi jina daxwaza mafê xwe jî bike êrişî wê tê kirin û şerm li pey wê dikeve ji ber koçber in an jî dûrî rastiyê ne. Piraniya jinan li Tûnisê derve û hundirê malê de kar dikin. Keda xwedîkirina zarokan û xwendinê hildigrin. Dayîk baldariyê dide hemû hûrgiliyan. Jinên li gundan duqat zehmetiyan dibînin ji ber keda çandiniyê, xwedîkirinai zarokan, çêkirina xwarinê, bingehên jiyanî û debarê jî peyda dikin. Rewşa jinan li Tûnisê cuda ye. Li dewletên Ereb yên din jin kar nakin û hemû rewş li gor xizmeta wan in. li Misrê jî jin dema dizewicin dest ji kar berdidin. Jinên herî zêde kar dikin li Tûnisê ne. Em jinên Tûnisî heqdest çi dibe bila bibe em li mal yan jî derve kar dikin."

‘Razîbûn jinan dighîne asta qetilkirinê’

Heyat Emamo diyar kir ku jin tevî qetilkirin û tundiya li dijî wan li ber xwe didin û têkoşînê berdewam dikin û anî ziman ku zagona 58’an a sala 2017’an ji bo têkoşîna li hember hemû cureyên tundiyê li dijî jinan ne aktîv e ji ber gelekî tevlihev e û wiha gotinê xwe domand: “Ji bo pirsgirêka qetilkirina jinan û tundiya li dijî wan em dikarin hin çareseriyan deynîn holê ya yekem perwerdeya li ser rêzgirtina ji jinan re ku ji zaroktiyê ve destpê dike û hwd. Di civaka me de çiqasî jin azad bibe ne aram e û pêwîstiya wê bi paarstinê heye. Ev fikre olî ye ji jinekê derbasî jineke din dibe û ji nifşekî derbasî nifşekî din dibe. Dema jin parastina malbata xwe nedîtin neçar in bi her tiştî qayîl bibin. Razîbûn jinan dighînin asta qetilkirinê. Dema tundiyê qebûl bike dê were qetilkirin jî. Ji ber mêr li ser vê yekê nayê cezakirin mêjiyê mêr ji nifşekî ber bi nifşekî ve diçe û hinek jin jî desthilata wan li ser xwe qebûl dike."

‘Sîstemên desthilatdar di belavkirina tundiyê de hevpar in’

Heyat Emamo wiha berdevam kir: “Em tenê bûne dayîk û pîroz tên dîtin. Civaka li Tûnisê di gelek kirîzan re derbas dibin bi taybet di perwerde, mejî, ragihandin, û çandê de. Tişta dixwazim bêjim rewşa jinan li Tûnisê ji ya jinên li dewletên herêmê yên din û cîhanê ne baştir e. Sîstemên desthilatdar di belavkirina tundiyê de hevpar in. Ger desthilat atmosfereke civakî tendurist û bi ewle peyda nekin dê mîna bûyera qetilkirina bijîjka Hindistanî pêk bên. Dê qetilkirin berdewam bike. dê tundiya li dijî jinan zêdetir bibe."

Heyat Emamo di dawiyê de bang li tevgerên femînîst kir ku li dijî tundiyê erka xwe pêk bînin û destnîşan kir ku divê komele hevgirtî bin da ku mafên jinan ên aborî, civakî siyasî werin parastin lê mixabin ew rêxistin di dema niha de bêdeng in.