Ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Helincê li Efrînê meş li Tiltemirê çalakî hat lidarxistin
Rêxistina Kongra Star a herêma Efrînê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Helincê meşeke girseyî li dar xist. Di bîranîna ji aliyê Kongra Star a navçeya Til Temirê de jî li Goristana Şehîdên Til Temirê mûm hatin vêxistin.
Navenda-Nûçeyan- Rêxistina Kongra Star a herêma Efrînê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Helincê meşeke girseyî bi dirûşma "Kuştina jinan îxaneta jiyanê ye" li dar xistin. Di meşê de jinên Efrîn û Şehbayê, sazî û dazgehên Rêveberiya Xweser amade bûn, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Rêxistina Kongreya Star hatin hildan, meş ji destpêka gundê Babinês ê navçeya Ehdasa girêdayî kantona Şehbayê heya qada bazarê berdewam kir. Piştre meş bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir.
“Di şexsê jinên Kurd de dixwazin vîna me têk bibin”
Endama Koordinasyona Kongreya Star a Efrînê Gulê mihemed têkildarî komkujiya Helence wiha got: "Di destpêkê de em sê jinên berxwedêr ku gihîştin asta şehadetê bi rêzdarî bi bîr tînin. Îro em dibînin ku dijminê dagirker bi awayekî hovane erîşê gelê Kurd û jinên Kurd ên doza azadiyê dikin hedef digire. Dijmin dixwaze her dem jinan bixe kole bi taybetî di şexsê jinên Kurd de. Ji ber vê yekê dewleta tirk sê jinên leheng ku lêgerînerên azadiyê bûn hedef girt. Em li hemberî dagirkeriyê serî hildidin û dibejin ku tu kes nikare me têk bibe. Ji ber ku me fikir û felsefeya Rêber Apo nas kiriye û em li pey wî dimeşin. Ji ber vê jî em dibejin weke jinên kurd û rexistina jinan em ê tola şehidên xwe hildin.”
Tiltemir
Dewleta tirk a dagirker di 23'ê Hezîrana 2020'an de sê jinên pêşeng li gundê Helincê yê Kobanê Endamên Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl her wiha Emîne Weysî bi balafireke bê mirov a bi çek (SIHA) şehîd xistin. Bi armanca bîranîna şehîdên Helincê duh li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî hatin lidarxistin. Bi heman armancê şeva din li Goristana Şehîdên Til Temirê şehîd hatin bibîranîn. Piştî vêxistina mûman li ser gorên şehîdan, Endama Rêveberiya Kongra Star Madlên El-Ibêd axivî.
Madlên El-Ibêd wiha axivî: "Dijmin ger dem jinên pêşeng ên siyasetmedar û rêxistinkirî her wiha jinên têkoşer dike hedef û bi taybetî hedefgirtina her sê rêhevalên me yên têkoşînê Hebûn, Zehra û Yadê Emîne yên ku li Helinca Kobanê şehîd bûn ê yekê nîşan dide. Jinên birêxistinkirî ku li hember hişmendî û siyaseta netew dewletê derdikevin her dem dibin hedefa dijmin, ji lewre dijmin her dem dixwaze xwe bigihîjîne wan jinan û qetil bike. Ji ber ku jinên bi hêz bingeha jiyan, tevgerên ji bo azadiya jin û civakê ne her dem tên qetilkirin. Hedefgirtina jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedefgirtina nasnameya jinan a siyasî ye û divê ku dewleta tirk bi ber sûcên ku li dijî jinên birêxistinkirî pêk tîne, were cezakirin. Meşa me ya ber bi azadiyê ve bê guman wê berdewam bike."