Jinên femînîst ên Cezayirê: Hevgirtin sînoran derbas dike
Komek femînîst û komeleyên femînîst ji bo şermezarkirina bûyerên kuştina jinan ji Bakurê Afrîkayê heta Rojhilata Navîn çalakiya bi navê "Hevgirtin sînoran derbas dike" organîze kirin.
NECWA RAHIM
Cezayîr - Piştî tomarkirina zêdetirî heşt qurbaniyên cînayetên hovane yên li dijî jinan, di nava du hefteyan de, komek femînîst û komeleyên femînîst ji bo şermezarkirina kuştina jinan ji Bakurê Afrîkayê heta Rojhilata Navîn greveke giştî ya bi navê "Hevgirtin sînoran derbas dike"organîze kirin. Çalakî dê du rojan berdewam bike. Çalakvan û tevgerên mafên jinan ên Ereb banga tevlibûna greva giştî ya jinan a bi navê "Piştgirî sînoran derbas dike" ji bo daxwaza bidawîkirina tundî û qetilkirina jinan kirin.
Heta niha çalakiyek ku hemû welatên Ereb bigre nava xwe çênebûbû
Çalakvana femînîst a Cezayîrî Lîna Fereh Şebûb diyar kir ku tenê di meha Hezîranê de, li Cezayîrê 10 bûyerên kuştina jinan hatine tomarkirin û wiha axivî: "Me komeleyên femînîst, aktîvîst û parêzvanên mafên mirovan ên li Cezayîrê biryar da ku ji bo piştgirîkirina greva giştî ya jinan ku ji aliyê komên femînîst ên li herêma Ereban ve ji okyanûsê heta Kendavê hatiye destpêkirin, kampanyayek organîze bikin. Tevlibûna çalakvan û jinên Cezayîrî ji bo bidawîkirina kuştina jinan dîrokî ye, ji ber ku berê kampanyayek hemû welatên Ereb ên ji Sahraya Rojava, Iraq, Sûdan, Misir, Cezayîr, Urdun û Tûnisê li hev kom kiribû, çênebûbû."
Lîna Fereh destnîşan kir ku mafê her jinê heye ku ji her derê Cezayîrê bi bilindkirina pankartên bi nivîsên “Ez di grevê de me” û “Qetilkirina jinan bidin seknandin” beşdarî çalakiyê bibe û wiha got: "Ez bang li hemû jinan dikim ku bi her awayî beşdarî vê kampanyayê bibin da ku em dengê xwe bigihîjînin berpirs û rayedarên pêwendîdar û daxwaza aktîfkirina zagonan, peydakirina stargehan ji bo qurbaniyên tundiyê û pêşkêşkirina alîkariya derûnî ji bo zarokên mexdûrên tundiyê, bikin."
Tevgera "Greva Giştî ya Jinan" bi daxuyaniyeke yekgirtî tevlibûna çalakiyên curbecur ên li gelek welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ragihand, ji bo ku dengê xwe bigihîjînin saziyên fermî, sazî û civakê ji bo rawestandina tundiya li ser jinan.