Ji bo belgekirina kiryarên li dijî jinên Efrînê komîte tê avakirin

Meclisa Jinên Sûriyê di 20’ê Gulanê de di duyemîn kongreya xwe de biryara komîteya belgekirina kiryarên dewleta Tirk ên li dijî jinên Efrînê girtibû. Aniha meclîsê amadekariya avakirina komîteyê dike.

YUSRA EL-EHMED

Reqa - Ji di 2018’an ve dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî li Efrînê gelek kiryarên dij mirovî dijî gelê ku li ser axa xwe man pêk tîne. Di nav 6 salan de di serî de jin û zarok bi sedan kes hatin qetilkirin, revandin û bi armanca guhertina demokrafiyê polîtîkayên qîrêj dide meşandin.

Meclisa Jinên Sûriyê ya kantona Reqayê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo belgekirina kiryarên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî yên li dijî jinên Efrînê di 20’ê Gulanê di kongreya xwe ya duyemîn de biryar girtibû ku komîteyek lîkolînê ava bike. Armanca komîteyê di nav 6 salan de belgekirina kiryarên dewleta Tirk û gihandina rêxîstinên mafê mirovan e.  

‘Hovîtiya dewleta Tirk li pêş çavê hemû cîhanê pêk tê’

Rêvebira Komîteya Têkiliyan Jinên Sûriyeyê  Sûad Mardînî di destpêka axaftina xwe de kiryarên dewleta Tirk şermezar kir û wiha got: "Ji dema Efrîn hatiye dagirkirin kiryarên der mîrovî ên li dijî jin û zarok û hemî xelkên hereme pêk tên. Dewleta Tirk û çeteyên wî mal û milkên welatiyan rûxandiye, erd û darên van talan kiriye, hemî jî ji bo tirsandinê ye. Ev kiryarên dewleta Tirk li dijî hemû zagonên navnetewî ye. Lê ev kiryarane li pêşiya çavê hemû cîhanê pêk tên û bêdeng dimînin.”

‘Mirinên bi guman zêde dibin’

Sûad Mardînî  di berdevamiya axaftina xwe de behsa kiryarên dewleta Tirk kir û wiha pê de çû: “Jin û zarokên keç ên li Efrînê rojane rûbirûbûyî binpêkirinên mîna qetilkirin, revandin, destdirêjî û girtinên bi zorê tên. Bi hincetên derew bi sedan jin xistine girtîgehê. Herî dawî biryara darvekirinê li dijî du jinan û cezayê girtîgeha heta hetayê li dijî jinekê hatin birîn. Her wiha hejmarek mirina bi guman ên jinan hatin tomarkirin, ev hemû sedema xwe ji zextên derûnî yên di encama tundiya zayendî û fîzîkî digire.”

Sûcên dewleta Tirk wê bê belgekirin

Sûad Mardînî derbarê armanca avakirina komîteya taybet ji bo belgekirina binpêkirinên dewleta Tirk got: "Di demên dawî de gelek binpêkirin li dijî jinan  pêk hatine, kiryar roj bi roj zêde dibin û zagonên ku wan rawestîne jî tune ne. Ji ber wê kiryarên dermirovî û derexlaqî li dijî jinan zêde dibin, bi vê yekê hemû zagon û biryarên navneteweyî tên binpêkirin. Ji ber wê girîng e kiryarên dewleta Tirk sînordar bibin û rawestin. Di demek wiha de ji bo hemû kiryar û binpêkirinên li dijî jinan werin tomarkirin û ji rêxistinên mirovî û civaka navdewletî re werin şandin komîteyek bi vî rengî avakirin girîng e. Biryara avakirina komîteyê di kongreya duyemîn ya Jinên Meclîsa Sûriyeyê de derket holê. Ev biryar gelek deng veda. Ev Komîte cara yekeme li herêmê tê avakirin.”

‘Dixwazin xwe bigihînin hemî jinên Sûriyeyê’

Sûad Mardînî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Yek ji armancên Meclisa Jinên Sûriyê ew e ku yekrêziya jinên Sûriyê pêk bîne û parastina wan bike. Ji bo yekbûn û mîsogerkirina azadiyê em hewil didin xwe bigihînin hemû jinên Sûriyeyê. Peyamê min ji bo jinên Efrînê ku di nav dagirkeriya dewleta Tirk de ma ye ewe ku divê hûn li ber xwe bidin û li hember kiryarên ku îrade û berxwedana we têk dibin bisekinin. ji bo deng  û azarên we bighînin hemî cîhanê em ê di her gavê de bi we re bin.”